Bernameya merasîma cenazeya nivîskar û weşanger Yetvart Tomasyan diyar bû. Tomasyan yek ji damezrînerên Weşanên Arasê bû.
Tomasyanê ku demekê bû pirsgirêkên wî yên tenduristiyê hebûn, şeva 13ê Kanûna Pêşiyê di 75 saliya xwe de koça dawî kir.
Li gorî nûçeya Rojnameya Agosê, cenazeyê Tomasyan sibê (17ê Kanûnê) roja sêşemê saet di 14.00an de piştî merasîma li Dêra Meryem Anayê ya Kumkapiyê wê li Goristana Ermeniyan a Balikliya Zeytinbûrnûyê bê definkirin.
Tomasyan di sala 1993an de bi Hrant Dînk, Ardaşes Margosyan û Migirdiç Margosyan re Weşanxaneya Aras damezrand.
(TY/AY)