Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bernameya meha Îlonê ya Wêjegeh Amedê diyar bûye. Di meha Îlonê de stranbêj û bestekar Safia Zaferiouye wê performansekê pêk bîne û sê panel li dar bikevin.
Di 11ê Îlonê de wê bernameya Wêgeha Amedê, bi permorfansa dengê elektronîk ya stranbêj û bestekar Sofia Zafeiriouyê dest pê dike.
Di 17ê Îlonê de Dilawer Zeraq wê derbarê pirtûka xwe ya bi navê "Rengê Hebûnê" de biaxive. Pirtûka navborî teza Zeraqî ya doktorayê ye ku Weşanên Lîsê ew çap kiribû. Zeraqî di vê xebatê de lêkolîna kovarên girîng yên di navbera salên 1992-2000'î de hatine weşandin kiriye û li xwe dike armanc ku xetên dijdesthilat û dijmêtinger yên di biwara wêjeya Kurdî de çêbûne, derxîne rastê.
Di 28ê Îlonê de helbestvan û wêjekar Hayri K. Yetik wê biçe Amedê û bibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Gotûbêj wê behsa têkiliya teknolojî û wêje û helbestan bike.
Nivîskar û Rojnameger Hatice Kamer wê di 30ê Îlonê de li Wêjegeh Amedê, li ser pirtûka xwe ya dawî ya bi navê "Reşê -Ji Awirê Keça Wî; Musa Anter" biaxive. (FD)