Bernameya meha Çiriya Paşiyê ya 2023yan a Wêjegeh Amedê diyar bû.
Nivîskar Sîbel Oral wê di 15ê Çiriya Paşiyê de bibe mêvana “Roja Nivîskarê/î” û li ser pirtûka xwe ya bi navê “Memet Deng Tê Te?” biaxive. Pirtûka Sîbel Oralê xebateke bîyografîyê ye û bi forma belge-romanê hatiye nivîsîn. Oral di pirtûkê de jîyana kurê Nazım Hikmet, wênesaz Mehmet Hikmet û dinyaya wî ya hunerî datîne ber çavên xwîneran.
Devran Kaya wê bi romana xwe ya bi navê “Qasedên Dêya Min” bibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Bername di 19ê Çiriya Paşiyê de wê pêk bê.
Di 21ê Çiriya Paşiyê de jî Metîn Aydin wê beşdarî bernameyê bibe û derbarê pirtûka xwe ya bi navê “Ev Pirtûkeke Hevpeyvînan e” de biaxive.
Ahmet Kanî wê 22yê Çiriya Paşiyê, di “Kargeha Çandê” de behsa “Rojnamegeriya Wêjeyî” bike û romana rojnameger Mûrat Bayramî ya bi navê “Belkî Îşev Binive” bike ku bi forma rojnamegeriya edebî hatiye nivîsîn.
Mêvanê bernameya di 25ê Çiriya Paşiyê de wê pêk bê, Kerem Firtina ye. Firtina wê li ser her du pirtûkên xwe yên bi navê “Hevalê Min ê Herî Nêz, Dînek e” û “Hevalê Min ê Herî Nêz Dîntir e û Bihêrstir e” nirxandinan bike.
29ê mehê wê bernameya herî dawî li dar bikeve ku werger Fexrîya Adsay wê beşdar bibe û serpêhatiyên xwe yên wergêriyê vebêje.
(FD)