Bernameya meha Adarê ya Wêjegeh Amedê diyar bû.
Çalakiya yekem a vê mehê gotûbêja bi navê “Kant Îro Ji Me Re Çi Dibêje?” ye. Di vê bernameyê de wê bi moderatorîya endamê Beşa Felsefeyê ya Zanîngeha Dîcleyê Fatih Kökî di 9ê Adarê de H. Bülent Gözkan biaxive. Di bernameyê de wê beşdar hewlê bidin da ku karibin bi kurtayî xebatên felsefî yên Kant bêjin û ew ê lê bikolin ka gelo hewldana Kant dikare şiroveyên çawa ji bo meseleyên rojane bike.
Ercan Y. Yılmaz ku bi çeşnên wekî helbest, çîrok, roman, kurtefîlm û helbesta dîtinî re eleqedar dibe, di romana xwe ya dawî ya bi navê “Tev Tevî Stenbol e” de, dîsa di teknîka vegotinê de li nûtîyan digere. Yılmaz, li ser romana xwe ya dawî, wê bi Yunus Çinçinî re gotûbêjekê çêbike. Li şûna gelek tekstên pesndanê yên li ser Stenbola cîyê zêr û zengînîyan hatine nivîsîn, Yılmaz di romana xwe de, li şûngeha bajêr, bala xwe dibe ser kesên ku ji derveyî çav/nêrîn/baldpêdanê hatine hêlan. Bername wê di 22yê Adarê bi şev saet di 9an de, ji kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê, bê nîşandan.
Yildiz Çakar ya ku di van demên dawîyê de bi nivîskarîya tekstên şanoyê û bi romanên xwe ve bi pêş de hat, piştî demeke dûr û dirêj, bi helbestên xwe ve derket pêşberî xwîneran. Di pirtûka bi navê Mohra Reş de, her helbest bi çîrok, dem û şûngehên xwe ve, hiseke çîrokan jî bi mirov re çêdike. Gotûbêja li ser Mohra Reş ku wê Bawer Rûken bi Yildiz Çakar re çêke, wê cara pêşî 23yê Adarê bi şev saet di 9’an di kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê de were nîşandan.
Digel xebatên wî yên li ser zimên, em Yaqob Tilermenî bi çîrok, roman, senaryoyên wî nivîsî û bi berhemên wî yên ji qada wêjeya zarokan jî dinasin. Tilermenî, ji bo ku li ser romana xwe ya bi navê Şevhilat biaxive, bi Selahat Çiçek re tê cem hev. Gotûbêj, wê cara pêşî di 29’ê Adarê bi şev saet di 9an di kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê de were nîşandan.
Hesen Ildiz ku bi xebatên xwe yên çîrokên bi Kurdî tê nasîn, bi pirtûka xwe ya dawî ya çîrokan ya bi navê Siya yê Din ku ji nav weşanên Pallê derçû, digel Rêzan Diljen, dibe mêvanê Wêjegeh Amedê. Gotûbêj, cara pêşî wê 30yê Adarê bi şev saet di 9an di kanala Youtubeyê ya Wêjegeh Amedê de were nîşandan.
(FD)