Di bernameya lûtkeyê de ev çalakî derketine pêş:
- Di navbera 12-14ê Mijdarê de, bi banga Sendikayên ji bo Demokrasiya Enerjiyê (TUED), sendikayên navneteweyî û herêmî ji bo mijarên weke derketina ji sotemeniyên fosîl, mafên karkeran, xizaniya enerjiyê, polîtîkayên enerjiyê yên giştî, demokrasiya enerjiyê û veguherîna adil dê ii Meclisa Kedê bicivin.
- Di Roja Çalakiya Cîhanî de ku di 14ê Mijdarê de ye, bi banga Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê, dê bi beşdariya tevgerên civakî yên ji Tirkiyeyê û gelek parzemînan mîtîngekî mezin bê lidarxistin.
- Di navbera 15-18ê Mijdarê de, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên berxwedanê yên herêmî, sendika û rêxistinên jin û ciwanan ên ji çar aliyên cîhanê dê li li Navenda Kongreyê ya Mîmar Sînan bicivin û sedemên sîstematîkî yên krîza avhewayê û pêşniyarên çareseriyê yên gelan dê werin gotûbêjkirin. Her sibehê piştî rûniştinên hevpar ên sê saetî, dê panel, atolye, forum û gotûbêjên tematîk ên hevdem werin lidarxistin.

COP31 a fermî îro dest pê dike
Tîma Lûtkeya Avhewayê ya Gelan di rûniştinên hevpar de balê dikişînin ser van mijaran: "Ji bo rawestandina mekanizmaya kedmijiyê, birîna enerjiya sîstemê, bêçekkirina parêzvanên pergal û zîhniyeta mîlîter û avakirina sîstemekî xurakê ku li dijî çandiniyê endusturiyel jiyanê geş dike."
15ê Mijdarê Yekşem: Mafên Xwezayê yên li Dijî Wêranbûnên Ekolojîk
16ê Mijdarê Duşem: Derketina ji Sotemeniyên Fosil û Demokrasiya Enerjiyê
17ê Mijdarê Sêşem: Demokrasî, Antî-Mîlîtarîzm û Aştî
18ê Mijdarê Çarşem: Serweriya Xurakê û Agroekolojî
Berxwedanên ekolojiyê yên herêmî û navneteweyî dê dengen xwe bikin yek:
"Kesên ku li dijî polîtîkayên ku dibin sedema guherîna avhewayê, wêranbûna ekolojîk, talan, xizaniyê, bêparbûn, koçberî û bêkokbûnê têkoşîna ekolojiyê dimeşînin, bi mazûvaniya kampanyaya 'Em Axa xwe Nadin' dê bên cem hev. Di bernameyên lûtkeyê de, ji madenkariyê heta têkoşînên av û axê, ji mafên bajaran heta stargehê û ji tenduristiya gel heta derfetên têkoşîna hevpar dê werin gotûbêjkirin."
Adaleta avhewayê û berpirsiyariya dîrokî:
"Dema ku berpirsiyariyên dîrokî yên ku dibin sedema wêranbûna avhewayê, deynên avhewayê, windahî û ziyan û tezmînata avhewayê bên gotûbêjkirin, mafê gelan ê diyarkirina paşeroja xwe jî dê bê nîqaşkirin."
Talanên ekolojîk dê werin darizandin:
" Li Eko-Dîwana ku bi prensîba naskirin û parastina xwezayî wekî aktorekî hiqûqî û bi pejirandina ku hebûnên zindî û ne zindî xwedî maf in tê lidarxistin, tawanên ekotalanê, faîl û berpirsiyarên wan dê bên gotûbêjkirin.”
Adaleta avhewayê di bin dagirkeriyê de nabe:
“Di vê civînê de ku têkoşîna hevpar a gelan a li dijî şer û mîlîtarîzmê esas digire, bi çalakiyeke mezin a der barê Filistînê de dê intifadaya cîhanî bê mezinkirin.
Wekheviya zayenda civakî:
"Bandorên wêranbûna ekolojîk û polîtîkayên avhewayê yên li ser jinan, kedê lênêrînê, bi pêşkeşiyên li ser newekheviya zayenda civakî re têkoşîna azadiyê ya jinan dê bê mezinkirin."
Jiyaneke bêplastîk û bênûkleer:
"Bi beşdarên navneteweyî re qirêjiya plastîkê, sifir bermahî, bazirganiya bermahiyan û berpirsiyariya şîrketan a ji ber qirêjiyê, bi çareseriyên rastîn ên bêplastîk re dê werin gotûbêjkirin. Lûtke dê piştevaniya navneteweyî bi pêş bixe û her weha di lûtkeyê de di heman demê de dê bê axaftin ku jiyaneke bênûkleer pêkan e."
Lûtkeya COP31ê dê bê şopandin:
"Di civînên şopandin û nirxandinê yên COP31ê de bazarên karbonê, fînansekirina avhewayê, muzakereyên fermî yên avhewayê û sozên navneteweyî dê werin jêpirsîn; gel dê ji bo pêşxistina polîtîkayên alternatîf xebatan bimeşînin."
Çalakiyên çand û hunerê dê werin lidarxistin:
"Her êvarê dê çalakiyên fîlm, belgefîlm, şano, konser û muzîkê bên lidarxistin.”
Hûn dikarin bernameyê ji vir bişopînin.

(Mİ/AY)

