Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
6 sal di ser Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya Enqereyê re boriya. Piştevaniya 10ê Cotmehê, bernameya bîranînê ya sala 6an aşkere kiriye. Bername wê li Navenda Hunerên Hemdem pêk were.
“Çiriya Pêşiyê 2015an rojeke bi tav, bi heyecan û bi kêf bû. Rojeke ku girse bi coş, bi hêviya aştiyê ber bi Gara Enqereyê ve diherikîn.
“Rojeke bi tav, qelebalix, bi coş, bi heyecan, bi kêf û jiyan… di saet 10.04 deqîqeyan de sekinî.
Careke din yek ji me jî nebû weke yên berê.
Ji saet 10.04ê 10ê Çiriya Pêşiyê û vir ve 6 sal derbas bûn ku bombeyan di wê rojê de jiyana me guherand û nema bû weke berê.
“Di sala şeşan de her giyaneke ku me li qadê hiştiye, bûye çivîkek. Çivîkên me azad in. Çivîkên me ber bi aştiyê ve difirin.”
Bernameya bîranînê
9ê Çiriya Pêşiyê Roja Şemiyê – Navenda Hunerên Hemdem
11.00-15.00 Panela Qetlîamên heta niha û cezanekirin
15.00-16.00 Navber
16.00-19.00 Pêşangeha Baskên Ber bi Aştiyê ve Difirin
17.00-19.00 Gotûbeje “Di 6 şasal de me çi ji bîr kirin?” Moderator: Sureyya Karacabey
Tevahiya rojê Rawestgeha Aştiyê ya 10ê Cotmehê
Tevahiya rojê Kargehên ji bo zarokan
10ê Çiriya Pêşiyê Roja Yekşemê – Li ber Gara Trênan a Enqereyê
09.30- Kombûn
10.04 Bibîranîn
10.04 Çalakiya Firandina Balonên Reş
14.00 Serdana Goristanan
(EMK/FD)