Baroya Amedê û Weqfa Tahîr Elçî bernameya xwe ya îsal ya ji bo bîranîna Tahîr Elçî aşkere kirin.
Bername wê 25ê Çiriya Paşiyê de bi Pêşbirka Kişikê (Satranç) dest pê bike û di 28 Çiriya Paşiyê de wê bi paneleke li ser mijara “Bêcezakirin û Mafên Mirovan” bi dawî bibe.
Bernamaye bîranînê wisa ye:
25ê Çiriya Paşiya 2023
Tûrnûvaya Kişikê
Cîh: Salona Konferansê Ya Tahîr Elçî
Saet: 09.00-19.00
27ê Çiriya Paşiyê 2023
Nîşandana Belgefîlmê ya bi navê “Kirik Saatler”
Cîh: Salona Konferansê Ya Tahîr Elçî
Saet: 16.00
28ê Çiriya Paşiyê 2023
10.15: Ji ber Dadgeriya Amedê heta Minara Çar Ling Meş
10.53: Li ber Minara Çar Ling çalekiya bîranînê
13.45: Ziyaretkirina gora Tahîr Elçî
15.00: Panela “Bêcezakirin û Mafên Mirovan”
Beşdarvanên panele:
Serokê Yekîtiya Baroya ya Tirkiyeyê Prz. Ramîz Erînç Sagkan
Serokê Baroya Amedê Prz. Nahît Eren
Prof. Philip Leach (Zanîngeha Middiessex
Serokê Lijneya Rêveberiya Lawyers for Lawyersê Prz. Irma Van Den Berg
Moderator: Orhan Kemal Cengîz (Rêveberê Weqfa Tahîr Elçî)
29ê Çiriya Paşiya 2023
Saet 10an de, di doza Tahîr Elçî yê li Dadgeha Cezayên Giran Hêjmar 10 de tê dîtin, wê danişîna nehemîn pêk bê.
(BA/AY)