Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hunermenda Kurd Eyşe Şan, di 29emîn salvegera mirina wê de bi bîr anî. Di çarçoveya bernameya bîranînê de lîstikvan Berfîn Zenderlîogluyê jî lîstika “Ez Ayşe Şan” li ser dike pêşkeş kir. Bernameyê duh (17ê Kanûna Pêşîn) dest pê kir û dê îro jî bidome.
Hevşaredara Bajarê Mezin Serra Bucak, endamên meclisa şaredariyên navend û navçeyan, lîstikvanên Koma Hinek Henek, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), malbata Eyşe Şan û gelek nûnerên saziyên civaka sivîl tev li bernameya bîranînê bûn. Herwiha dîwarên eywanê bi wêneyên Eyşe Şan, qurnefîl û findan hatibûn xemilandin.
‘Em wê bi rêzdarî bi bîr tînin’

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak di bîranîna hunermend Eyşe Şanê de axivî û weha got:
“Taybetmendiya îro gelek e û girîng e. Ev eywan bi tayînkirina qeyiman hatibû tarûmarkirin. Lê hê jî em hewl didin ku kiryaren qeyiman paqij bikin. Lê me avakirina vê eywanê bi dawî kir û îro jî bû nisîbê lîstika bîranîna Ayşe Şan. Dîsa em wê bi hezkirin û rêzdarî bi bîr tînin”
‘Divê em li hunermendên xwe xwedî derkevin’

Lîstikvan Berfîn Zenderlîoglû ku lîstîka jiyana Ayşe Şan lîst got:
“Ji ber vê lîstikê ez gelek spasiyên xwe ji Zeynebê re dişînim. Ez îro jî bi lîstika Eyşe Şan gelek kêfxweş im. Eyşe Şan ji bo min gelek bi qîmet e. Divê em xwedî li hunermendên xwe derkevin.”
Li gorî nûçeya Ajans Welat wê sibê jî bernameya bîranînê bê lidarxistin û wê biçin ser gora Eyşe Şan û piştre jî dê êvarê bi konserekî bi dawî bikin.

Hesreta Eyşe Şanê piştî 29 salan bi dawî bû: Cenazeyê wê li Amedê hat definkirin
Eyşe Şan kî ye?
Di ser mirina dengbêj Eyşe Şanê re ku yek ji navên girîng ên muzîka Kurdî ye 29 sal derbas bûn. Eyşe Şan a ku di nav gel de wekî "Keybanûya bê tac û text" tê naskirin, di sala 1938'an de li Amedê, tê dinyayê. Eyşe Şan di temenekî biçûk de, di bin bandora bavê xwe de bi muzîkê re eleqedar dibe. Lê belê di hawurdora ku lê dijiya, stranbêjiya wê wekê "guneh" û "şerm" têdîtin. Li ser vê yekê Eyşe Şan li Dîlokê bi cih dibe. Li vir di qonaxên destpêkê de bi karê terzîtiyê debara xwe dike û dest ji muzîkê bernade. Eyşe Şanê keça xwe Şehnaz a ku di sala 1958'an de ji zewaca wê hat dinê, li vir winda kir.
Eyşe Şan di sala 1963'yan de ji Dîlokê çû Stenbolê û li wir qeydeke ku ji stranên Kurdî-tirkî pêk tê çêkir. Navê Eyşe Şanê bi strana “Ez Xezal im” dest pê kir. Eyşe Şan ji ber stranên xwe yên Kurdî rastî zextên giran hat û di encamê de di sala 1972’an de li Almanyayê dest bi sirgûnê kir.
Serpêhatiya Eyşe Şanê ya muzîkê li vir jî domand. Eyşe Şan a ku li Almanyayê xwe gihand girseyeke qelebalix, di vê heyamê de derket radyoya BBC'yê. Eyşe Şan di sala 1979'an de çû Bexdayê. Eyşe Şanê dengê xwe li vir bi navê “Eyşana Elî” da bihîstin. Li Radyoya Bexdayê bi gelek navên girîng ên muzîka Kurdî yên wekî Mihemed Arif û Hesen Cizrawî, Tehsîn Taha, Meryem Xan, Îsa Bervarî, Kawîs Axa, Gulbahar, Nesrîn Sêrvan û Cemîlê Horo nas kir. Eyşe Şan di sala 1990’î de bi stranên xwe yên “Werin Pêşmerge” û “Newroz Diyarbekir” piştgirî da têkoşîna azadiya kurd.
Eyşe Şanê xwest vegere Amedê û dayika xwe ya ku wê wekî yek ji piştgirên xwe yên herî mezin dibîne bibîne. Lê belê ji ber astengiya xizmên wê, daxwaza Eyşe Şanê pêk nehat. Eyşe Şan di vê pêvajoyê de dayika xwe winda kir. Eyşe Şan piştre vê rewşa ku pir bandor li ser kir, bi van gotinan vegot: "Mirina dayika min derbeya herî mezin a duyemîn a jiyana min e. Dilê min hîn birîndar e, hê jî xemgîn im. Derdê dayika min, dis er hemû derdan re ye. Ji roja ku min xwe nas kiriye ez li xurbetê me, min têr ew nedît, ez qet têr nebûm. Bi wê hesretê çû. Em her du jî li ser axê bûn, em li ser heman axê bûn, em di bin heman ezmanî de bûn, lê em nedigihaştin hev."
Piştî Bexdayê Eyşe Şan koçî Îzmîrê kir û hesreta xwe ya ji bo dayika xwe bi strana "Dayikê" anî ziman. Eyşe Şan ku jiyana wê bi sirgûn, zilm û gefan derbas bû, di 18'ê Kanûna 1996'an de li Îzmîrê li mala ku tenê lê dima ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.
Stranên wê
Eyşe Şanê li dû xwe ev berhem hiştin: “Zerî Heyran”, “Xezal Xezal”, “Were Keçê Nav Zebeşan”, “Sallana Sallana”, “Saliho Kurmam”, “Mamo”, “Lawikê Mêtînî”, “Kirasê Te Meles e”, “Heywax Dayê”, “Hawar Bawo”, “Esmerê Were/Neyleyim”, “Delal”, “Berîvana Malxerab”, “Bawê Seyro”, “Ay Dil”, “Ax Lê Gulê”, “Koçerê (Min Te Dîbû)”, “Were Yadê”, “Cemîle”, “Memir Mamo”, “Hawer Delal”, “Qederê”, “Ax Lê Nazê”, “Wele Te Nastînim”, “Ximximê Torîvan”, “Yara Min”, “Xerîbim Dayê”, “Meyro”, “Bêmal”, “Govend Ranabê”, “Yadê Rebenê”, “Lê Lê Ximşê”, “Xezalê”, “Hesenîko”, “Mamir”, “Ez Xezal im...”
(AY)

