Ji bo nûçeya Tirkî
Rojnameger û bernamevana Sterk TVyê Aysel Avesta ji hêla asayîşa Rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hat girtin.
Li gorî nûçeya Ozgur Gundemê, Aysel Avesta ji bo şopandina Cejna Êzidiyan xwest ku biçe Laleşê , lê asayîşa Herêma Kurdistanê destûr nedaye wê û ew hatiye binçavkirin.
Sterk TVê îro di hesabê xweyê twîtterê de daxuyand ku Aysel Avesta hatiye girtin û wê şandine Duhokê.
Asayişa PDK"ê rojnamevan û bernamevana televîzyona me Stêrk Tv"î Aysel Avesta girt. pic.twitter.com/18JuncplPh
— STÊRK TV (@TVsterkTV) 20 Mayıs 2016
ANFê jî derbarê vê mijarê de ragihand ku Aysel Avesta ev demek e li Şengalê bûye û ji bo Stêrk TVyê bername çêdikir. Di nûçeyê de hat gotin ku di 19ê Gulanê de Aysel Avesta li ser rêya Duhok-Şengalê hatiye binçavkirin û derbarê rewşa wê de tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Sterk TVyê daxuyand ku girtina Avesta, êrişeke li dijî medyayê ye û xwest ku xebatkara wan serbest were berdan.