Bernamegerê Halk TVyê Serhan Asker li balafirgeha Îzmîrê hat desteserkirin. Asker biryara desteserkirinê li ser medyaya civakî ragihandî.
Askerê ku ji bo kişandina bernameya xwe ya bi navê 'Bîranînên Bimirês(Görkemli Hatıralar)' çûye Îzmîrê, piştî ku balafir hatî xwarê, di balafirê de hat desteserkirin.
Serhan Asker ji bo desteserkirina xwe li ser medyaya civakî ev peyam weşandiye, “Ez ji bo bernameya ‘Gorkemli Hatıralar’ sibê bikişînim hatim Îzmîrê û ji aliyê polîsan ve ji balafirê hatim girtin… Derbarê min de biryara zeftkirinê hebûye..."
(Mİ/AY)