Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Piştî serbestbûna rojnamegerê Almanyayî-Tirkiyeyî, Deniz Yucelî hikûmeta Almanyayê bi daxuyaniyekê diyar kir ew ji bo girtiyên ji Almanyayê yên li Tirkiyeyê girtî ne “bi rêya hemî qenalan dixebitin.”
Nûçegihanê rojnameya Almanyayê ya bi navê Die Welt, Deniz Yucel piştî 367 rojan li girtîgehê hat hiştin hat berdan.
Li gor nûçeya Deutsche Welleyê berdevkê Hikûmeta Almanyayê Steffen Seibertî diyar kiriye ji bo berdana girtiyên ji ber sedemên siyasî li Tirkiyeyê hatine girtin dixebitin.
Piştî berdana Yucelî jimara welatiyên Alman ên li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne bû pênc.
Çi bûbû?
Nûçegihanê Die Weltê li Tirkiyeyê Deniz Yucel 13 rojan li navenda polîsan hat desteserkirin. Dadgehê bi sûcê “propagandaya ji bo rêxistinê û ji bo dijminî û kîndariyê tehrîkkirina gelî” biryara girtina wî da.
Yucel di 14ê Sibatê de ji ber nivîseka wî hatibû desteserkirin. Wî nivîsek li ser E- Maîlên wezîrê enerjiyê, Berat Albayrakî nivîsîbû ku RedHeckê bi destxistibûn.
Ji ber heman lêpirsînê Tunca Ogreten, Omer Çelîk û Mahîr Kanat jî hatine girtin.Li gor nûçeya Sabahê ya di 25ê Kanûna Pêşiyê de hatî nivîsîn, di heman rojê de 9 rojnameger hatine desteserkirin lê ji ber ku Denîz Yûcel li derveyî welatî ye nehatiye desteserkirin.(PT/MB)