Berken Zer ciwanekî 21 salî ye û ji warê dengbêjan, ji Gimgima Mûşê ye. Ew dibêje "Ez hê şagirt im, şagirtê dengbêjan."
Dengbêjê ciwan dengbêjiyê weke dîroknasî, nûçegîhanî, çîrokbêjî her weha weke antîbiyotîkê pênase dike: “Ez ê çawa quretiyê bikim, ma ne ez kilamên xelkê, kilamên gelerî dibêjim!”
Zer destnîşan kir û got, “Gava dayik diêşin dilorînin. Demê berê, dema li gundan nexweş çêdibûn, bang li dengbêjan dikirin ku li ser wan bilorînin.”
Berken Zerî behsa serpêhatiya xwe ya dengbêjiyê kir. (BA/AY-FD)