Partiya Çep a Kesk (YSP) ji bo hilbijartina 14ê Gulanê, li derdora ji sedî 50 namzetên xwe, ji nava jinan hilbijartiye. Yek ji van jinan, namzeta Mêrdînê derûnas Bêrîtan Guneş Altin e. Bêrîtan Guneş Altin, derûnas e û kar û xebatên xwe yên pîşeyî bi kurdî pêk tîne. Guneş Altûnê dema bê hilbijartin, dixwaze derbarê zimanê zikmakî û bi taybet jî zimanê kurdî de kar û baran bike. Her weha yek ji mijarên wê yên dixwaze balê bikişîne, polîtîkayên zayendperest in.
Têkildarî namzetî û xebatên hilbijartinê Bêrîtan Guneş Altinê pirsên bianet kurdiyê bersivandin.
Em te ji nivîsên te yên Kovara Psychology Kurdî û her wiha ji Inisiyatîfa Derûnasan a Mezopotamyayê nas dikin. Ji mijarên wek derûnî û trawmayê û heta nasnameya zayenda civakî de gelek caran me nivîsên te xwendin. Niha jî tu dibî namzeta Partiya Çep a Kesk û tev li xebatên qada siyasî dibe. Ev yek bandoreke çawa li te kir?
Belê pêşî spas dikim ji bo ku te bal kişand ser DER-MEZ û Kovara Psychology yê. Bi gelemperî kar û xebatên xwe min li ser mijara derûnasiyê û bi taybetî jî derûnasiya bi zimanê kurmancî yê dayikê kiriye. Ji ber wê jî rêya min bi DER-MEZ û Psychology Kurdî ketiye. Li wir jî jixwe wek we jî gotî li ser derûniya kurdan, derûniya civaka kurd û her wiha nasnameya zayenda civakî ez xebitîm. Ez dixwazim wek endameke Partiya Çep a Kesk van xebatên xwe yên ji bo derûnasiyê hem jî yên li ser nasnameya zayenda civakî, li meclisê jî bêhtir kûr bikim û wek xebatên bingehîn ên politîkayê bimeşînim.
Têkiliya derûniya civakê û zimanê zikmakî
Wek tê zanîn Mêrdîn bajarekî xwedî çandên cûda û pir reng e. Ji bo parastina vê çanda qedîm, zimanê ku li ber devê kerê yê asîmîlasyonê ne-bi taybetî jî zimanê kurdî, te çi daye pêşiya xwe?
Ji bo ku ez bi derûnasiyê re jî mijûl dibim, mijara zimanê dayikê jî jixwe ji bo mijareke sereke ye. Ji ber ku gelek derûnas jî vedixwînin û di lîteratûrê de jî xwedî cihekî ye. Dema hûn behsa derûniya civakekî bikin hewce ye di serî de behsa zimanê wê civakê bikin. Hestên me, serboriyên me herî rihet û herî zêde bi zimanê dayikê re ye, zimanê me yê hestan, zimanê dayikê ye. Bi zimanê dayikê di bîra me de dimînin.
Jixwe dema em dêhna xwe didin Mêrdînê jî, gelek bawerî û çandên cûda û pirrengiya zimanan heye. Ev pirrengiya heyî, heta niha ji ya din re nebûye asteng, ev ji bo tevahiya demokrasiya Tirkiyeyê jî dibe mînak. Ez dixwazim xebatên xwe yên ji bo hemû zarokên kurd, weke tevahiya zarokên cîhanê bigihêjin mafê xwe yên bi perwerdehiya zimanê dayikê. Ne tenê perwerdehî, xizmeta civakî, xizmeta derûnî, di hemû qadên heyî de zimanê kurdî û yên civakên heyî hewceye cihê xwe bigre. Em ê jî li Meclisê hewld bidin vê politîkayê bidin rûniştandin.
“Şerê li hemberî kurdan piralî ye”
Gelek polîtîkayên weke taciz û tecawizê, bi qanûnan tên parastin û ev polîtîka li tevahiya bajarên Tirkiye û Kurdistanê belav bûne. Di encama van polîtîkayan de, dêrûniya jinan têk diçe û trawma bi wan re çêdibe. Tu wek psîkologeke ku di gelek qadên sivîl de jî şixûliyî, ji bo jinan ango mexdûrên vê hişmendiya tacizkar çi projeyên te hene?
Îro şerê ku li ser kurdan û gelan tê meşandin ne yekalî ye. Gelek cûreyên şer li ser gelê kurd tê meşandin. Ji şerê derûnî, heta yê civakî û asîmîlasyonê gelek aliyên wê hene. Politîka taciz û tecawizê û her wiha belavbûna madeyên hişbir jî yek ji aliyê vî şerê ku tê meşandin e. Dixwazin îradeya me bi şiklekî bişkînin,. Me bi trawmayan an jî bi hişbirê bandorekê li ser me çê bikin. Ciwanên kurd ên xwedînirx, seng û politik pûç bikin. Tifaqa faşîst û feodal niha van politîkayên xwe jixwe derdora hişmendiya mêrperest de dimeşînin û li hemberî taciz û tecawizan û qetilkirinên jinan tu tiştî nake. Berovajî politîkayeke ava bike, kujeran diparêze. Bi vî awayî jî qirêjiya heyî domînin. Dema em bikevin Meclisê jî em ê li dijî van politîkayên mêrperest li ber xwe bidin.
“Êdî dem dema guhertinê ye”
Li hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di dema vekirina bûroyên Partiya Çep a Kesk de bername bi beşdarbûna girseyên qerebalix pêk tên. Bi taybetî di dema vekirina buroyên jinan de jî ev bêhtir tê dîtin. Atmosfera van bernameyan û helwesta jinan li beramberî namzetên jin çawa ye?
Ez dikarim bêjim ku vekirina bûroyên jinan bi serê xwe mijareke pir bi qiymet û girîng e. Ji tifaqa faşîst a ku bazarê li ser destkeftiyên kurdan dikin re peyama herî xurt e, li gor min. Hema bêjin li her bajarên ku bûroyên jinan vedibin, jin xwedî li wan derdikevin. Bi cil û bergên xwe kincên xwe yên kurdewar û rengîn û bi tilîliyên xwe, jin tev li vekirina bûroyan dibin. Vekirina bûroyan a ku her yek ji wan wek mitîngê ye, bi rastî jî hêzeke mezin dide me, hêza xebatê dide me. Ligel vê coşa heyî, ji 5 bûroyan 3 heb êrîş jî li ser wan çêdibin. Lê gel dîsa jî berê xwe dide bûroyan. Ji ber ku gel jî politîkayên desthilatdariya heyî û ji zilma wê êdî qebûl nake. Êdî gel dibêje, ‘êdî bes’ û bi vê seknê tev li bernameyên vekirina bûroyan dibin. Em tev dibêjin ‘êdî dem dema guhertinê’ ye. Ji go gel êdî bikaribe nefesekê bistîne, mafê jinan newe binpêkirin û ciwan pêşerojekê bibinin, hewceye em di van rojên mayî de, bi hemû hêz û qeweta xwe tev li xebatan bibin da ku vê desthilatdariya faşîst em têk bibin. Tekane rê ev e.
Derbarê Bêrîtan Guneşê de
Derûnas e. Her wiha endama Inîsiyatifa Derûnasan a Mezopotamyayê (DER-MEZ) ye. Bi wan re xebatên derûnasiyê bi zimanê kurdî kiriye. Di sala 1995an de li Qoserê ji dayik bûye. Bi eslê xwe ji Stewrê ye. Mekteba seretayî û navendî li Amedê xwendiye. Lîse jî li Mêrdînê qedandiye. Li Enqerê ji Zanîngeha Yildirim Beyazitê beşa Derûnasiyê derçûye. Piştî zanîngeh qedandiye, xebatên xwe li qada saziyên sivîl ên civakî berdewam kirin. Ji bo mafên zarokan û bi gelemperî bi jinan re xebitiye, ji bo mafên wan ê derûniyê jî alîkarî daye wan. Her wiha bi koçberan re jî xebitiye. Bi taybetî jinên koçber ên êzidî, yên ji rojeva hatine bi zimanê kurdî alîkariya derûniyê daye wan. (WT/FD)