Di projeya ku 21 hunermendên ji Amedê tevlê bûyî de gelek mijarên wek afrînerî, astengiyên li ser sitran û hunermendên kurd, pirsgirêkên aborîyê û hwd hatin axaftin.
Bername li Amedê li salona Mordemê hat li dar xistin. Ji mûzîkjen, heta dersdarên mûzîkê, menajer, rojnamegerên beşa çand û hunerê, mûzîkjenê girêdayî saziyên Ma Music û KASEDê û hunermendên serbixwe di bernamê de cih girtin û nirxandinên xwe kirin.
Bernameyê 5 saetan dom kir. Piştî bernameyê Koordînatora Avakar a Kreşendoyê Berîl Sarialtûn têkildarî projeya ‘Di Muzîkê de Wekhevî’ û beşa wê ya li Amedê, bi bianet kurdiyê re axivî.
3 sal in xebatên ji bo wekheviya di mûzîkê de dikin
Berîl Sarialtûnê di destpêkê de bal kişand ser xebatên Kreşendoyê yên 3 salên dawiyê û diyar kir ku ew hewl didin di sektora mûzikê de ji bo guhdaran, stranbêjan, ferqekî derînin.
Sarialtunê têkildarî ‘Di Muzîkê de Wekhevî’yê ev tişt anî ziman: “ Armanca bi vê projeye ew e ku dînamîkên di sektora mûzîkê de bên gel hevdû û vê sektorê pêş bixin. Ji bo em vê sektorê fam bikin jî di çerçoveya pêdiviyên mûzîkjen û kesên di vê qadê de cih digrin, proje û anketan amade dikin. Me bi vê projeyê li Ankara, Îzmîr, Amed û Îzmîrê bi gelek pêkhatiyên mûzîkê yên wek organîzator, produktor heta hemû qadên muzîkê re hatin gel hev û di van civînên me wek encam, em li ser çareseriyê disekinin. Pêşniyarên ji bo çareseriyê yên ji van civînên li dora maseyên grover derketî; em didin hev û ji bo parastina wan em bikin polîtîkayekî didin pêşiya xwe. Em hewl didin ku di mûzîkê wekheviyekî ava bikin.”
Mûzîkjenên Amedê ji bo çareseriyekê kom bûn
Sarialtûnê di berdewamê de qala civîna Kreşendoyê ya li Amedê pêk hatî kir û destnîşan kir ku li Amedê di sektora mûzîkê de pirsgirêkên kok ên bingehîn jî hene û wiha pêde çû:
“Li ser van pirsgirêkên bingehîn îro ji gelek beşên mûzîkê yên cuda xebatkar hatin li vir li dora maseyekî civîyan û ev hatina gel hevdû ji bo me pir girîng bû. Gelek pirsgirêkên wek ji pirsgirêkên ewlehiyê heta wekheviya zayendî û her wiha meseleyên mûzîkjen xwe çawa hîs dikin, li Amedê hene. Li ser van pirsgirêkên heyî mûzikjenên Amedê ji bo çareseriyekê li dora mase kom bûn.”
Koordînatora Avakar a Kreşendoyê Berîl Sarialtûnê dawiyê de banga hevkariya ji bo anketa di çerçoveya wekheviya mûzikê de hatî amadekirin, kir.