Berhema nivîskar Çayan Okuducî ya bi navê “Dengê Helbesta Kurdî” di weşanxaneya Lîsê de derket.
Okuducî di berhemê de li ser helbesta Kurdî ya nûjen rawestiyaye. Li gorî naveroka pirtûkê, helbest di heman demê de hilgirê bîrê, nasname, berxwedan û vîna hebûnê ye.
Di pirtûkê de tê gotin ku zimanê Kurdî, tevî ku di dîrokê de bi gelek astengî û şikestinan re rû bi rû maye, helbesta Kurdî wekî rêyek ji bo parastina bîra peyv û gotinê berdewam kiriye.
Okuducî di “Dengê Helbesta Kurdî” de şopa helbesta Kurdî ya nûjen dişopîne û li ser wateyên dîbar û nedîbar ên zimanê Kurdî jî hûr dibe.
Li gorî pirtûkê, helbest ji peyvan zêdetir e û dikare wekî pirekê di navbera rabirdû û dahatûyê de were dîtin.
Ji ber vê yekê, berhem tenê xwendevanan ber bi lêkolîn û lêhûrbûna li ser helbestê ve naçe, lê heman demê wan dike ku bi bîra kûr a di helbestê de hevrû bibin.
Ji bo danasîna berhemê ev hate nivîsandın: "Dengê Helbesta Kurdî ne tenê wekî lêkolînek li ser helbestê, lê wekî şahidiyek li ser têkoşîna hebûnî ya ziman û hunerê jî tê pêşkêşkirin."
●DERKET●
— Lîs Yayınevi (@lisyayinevi) September 30, 2026
DENGÊ HELBESTA KURDÎ
•ÇAYAN OKUDUCİ•@cayanokuduci
Dengê Helbesta Kurdî, geşteke ber bi kûrahîya helbesta Kurdî ya nûjen ve ye. Ew, bes wekî awayekî estetîk nêzî helbestê nabe. Wekî hilgirê bîrê, nasname, berxwedan û vîna hebûnîyê li ser helbestê hûr dibe.
Çendî… pic.twitter.com/Joh1belePk
(FY)

