Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Bexdayê navendên siyasetê û rêvebirên herî bilind ê Iraqê, li dijî operasyona Tirkiyeyê ya di 17ê Nîsanê li Herêma Kurdistanê daye destpêkirin, bertekên tund tên dayîn.
Wezîrê Berevaniya Netewî yê Tirkiyeyê Hûlûsî Akarî di 17ê Nîsanê de aşkere kiribû ku wan li nava sînorên Herêma Kurdistanê, li Zap, Metîna û Avaşînê operasyoneke leşkerî li dijî gerîlayên PKKyê daye destpêkirin.
Berhem Salih: "Ji bo ewlehiya netewî gefeke aşkere ye"
Serokwezîrê Iraqê Berhem Salihî daxuyaniyek weşandiye û êrîşên Tirkiyeyê bi gotina "Ji bo ewlehiya netewî gefeke aşkere ye." Her weha gotiye, "ev êrîş digel wan pêk hatine" û "Ji bo ev êrîş bisekinin me berê bang kiribû."
Salihî ji bo çareseriya pirsgirêkan banga diyalogê kiriye û bi van gotinan dewam kiriye: "Me ji bo vê gelek caran bang kir lê digel vê jî êrîşên dewleta tirkan dewam dikin û em qebûl nakin. Em li bendê ne ku rêzê nîşanî mafên me yên serweriyê bidin."
Muqteda es-Sadr: Em ê bêdeng nemînin
Serokê Şieyan Muqteda es-Sadrê ku di hilbijartina Serokomariya Iraqê de li dijî Berhem Salihê YNKyî, piştgiriyê dide namzetê PDKyê û Wezîrê Karûbarên Navxweyî Rêber Ahmedî, mîna Salihî bertek nîşan daye. Sadrî êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî Herêma Kurdistanê bi gotina "binpêkirina serweriya Iraqê" penase kiriye û gotiye, "Em ê bêdeng nemînin."
Sadrî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û bang li Tirkiyeyê kiriye ku ji diyalogê re vekirîbe û ew amade ne alîkariya çareseriyê ya bi rêyên demokratîk û diyalogê bikin.
Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê: "Armanc bidestxistina Mûsilê ye"
Serokê berê yê Parlamentoya Herêma Kurdistanê Yûsif Mihemedi têkiliyên Tirkiye û PDKyê ji bo Rojnewsê nirxandiye.
Mihemedî gotiye ku êrîş ne nû ne û bi van gotinan dewam kiriye: "Dixwazin bigihêjin Mûsila ku berê di bin kontrola rêveberiya Osmaniyan de bû û vê derê bixin dest. Dixwazin herêmê ji Tirkiyeyê re bihêlin."
Mihemedî ji bo "armanca demdirêj" jî gotiye, piştî îmzekirinê bi sed salî, "Dixwazin Peymana Lozanê betal bikin": "Di rewşa heyî de ger Rûsya di dagirkirina Ûkraynayê de bi ser bikeve, Tirkiye wê bixwaze rewakirina dagirkirina ku wê bi xwe kiriye bi vê ve girê bide."
"Malbata Barzaniyan li Rojavayê jî hevkariya Tirkiyeyê dike"
Mihemedî diyar kiriye ku Tirkiye ne li Başûrê Kurdistanê her weha li Rojava jî bi PDKyê re û bi taybet jî bi Mesûd Barzaniyî re hevkariyê dike:
"Wê were bîra we, beriya Tirkiye êrîşî Cerablûsê bike û nehêle kantonên Kobanê û Efrînê bigihên hev bi şevekê Mesûd Barzanî li Stenbolê bû. Di navbera artêşa tirkan, MITê û Rêvebiriya Herêma Kurdistanê de koordînasyon heye."
Yûsif Mihemedî her weha gotiye di dema Mela Mistefa Barzaniyî de rola Şahê Îranê dilîst, niha jî Tirkiye dilîze. (AEK/FD)