Serokomarê Îraqê Berhem Salih roja Çarşemê got ku ger partîyên sîyasî heta destpêka meha Sibatê li ser kesekê nû hemfikir nebin, ew ê serokwezîrekî demkî destnîşan bike.
Li gor nûçeyeka Dengê amrîkayê Berhem Salihî gotiye:
“Ger partîyên sîyasî heta 1ê Şubatê li şûna Adil Abdul Mehdî li ser kesekî nû li hev nekin, ezê serokwezîrekî demkî destnîşan bikim.”
Hêjayî bîrxistinê ye ku Mehdî di meha Mijdarê de jiber xwenîşandanên nerazîbûnê dest ji serokwezîrê berdabû, lê heta ku yekî/a din were şûna wî li ser posta xwe mabû.
Dema ku ji alîyê Salih hatiye danîn nîşan dide ku partîyên sîyasî yên Şîa heta niha nekarîne bigehiştana rêketinekê ku serokwezîrekî nû hilbijerin.
Li Îraqê ji 1’ê Cotmehê vir ve li dijî sîstema partîyên sîyasî û dijî hikûmetê xwepêşandan çêdibin û daxwazên reforman tên bilind kirin.
Xwepêşanderên ku piranîya wan ciwan in, li hember hejarîyê derdikevin û dixwazin li Îraqê sîstema sîyasî biguhere.
Karbidestên Îraqî ragihandine ku di xwepêşandanan de heta niha 450 kes li seranser wî welatî hatine kuştin.
(MB)
Çavkanî: VOA Kurdî, AA