Siyasetmedarê Kurd Berhem Salih bi fermî bû Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR).
Berhem Salih têkildarî mijarê peyamek belav kir. Berhem Salih da zanîn ku ew bi xwe jî rojekê penaber bûye û dizane bê çawa parastin û alîkarî dikarin jiyana mirovan biguherin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Berhem Salih di peyama xwe de weha gotiye:
"Ezmûna min a penaberiyê dê bibe bingeha bernameya serkirdayetiya min a li ser esasê hevsozî, pragmatîzm û pêbendbûna bi yasaya navneteweyî."
Salih tekez kir ku di pêşîneya karên wî de, parastina maf û rûmeta wan kesan heye ku bûne penaber û da zanîn ku ew dê hewla peydakirina çareseriyên rastîn bide "da ku penaberî demkî be, ne çarenivîseke herdemî."
Berhem Salih amaje bi wê yekê kir, di serdemekê de ku hejmara penaberan gelekî zêde ye û zexteke mezin li ser çavkaniyên alîkariya mirovî heye, xebat pêdivî bi dupatkirina bandor û vekirîbûnê heye.
Salih her wiha spasiya Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Konseya Giştî kir ji bo baweriya ku dane wî.
Salih di heman demê de pesnê rola Komîserê berê Filippo Grandi da ji bo serkirdetiya wî.
Di dawiyê de Dr. Berhem Salih destnîşan kir û got, "Ez ji bo peydakirina çareseriya bingehîn ku bi hêvî û astengiyên sedsala 21ê re guncav be bi coş im ji bo xebata bi karmendên UNHCRê, dewlet û hevparên din re."
Derbarê Berhem Salihî de
Berhem Ehmed Salih, 12ê Îlona 1960î li bajarê Silêmaniyê ji dayîk bûye. Di ciwaniya xwe de du caran ji aliyê desthilata Beasê ya Îraqê ve hatiye girtin. Berhem Salih sala 1983yan bawernameya lîsansê ya endezyariya şaristanî û mîmariyê li Zanîngeha Cardiffê ya Brîtanyayê standiye.
Xwediyê bawernameya doktorayê ye di warê amar û pratîka komputerê ya di endezyariya giştî de li Brîtanyayê. Berhem Salih dawiya sala 1976an pêwendî bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re daniye. Destpêkê li Ewropayê endamê partiyê bûye, paşê bûye berpirsê pêwendiyên partiyê yê li Brîtanyayê.
Nûnerê kabîneya yekem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye. Piştî hilbijartina yekem a parlamentoyê li Kurdistanê sala 1992yan bûye berpirsê pêwendiyên derve yê li Amerîkayê.
Berhem Salih salên 2001 heta 2004an bûye Serokwezîrê Herêma Kurdistanê (Îdareya Silêmaniyê). Di kabîneya şeşem de û ji bo du salan Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bûye.
Piştî rûxîna desthilata Beasê, di nîvê duyem ê sala 2004an de bûye Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Demkî ya Îraqê. Paşê bûye Wezîrê Plandanînê yê Hikûmeta Veguhêz a Îraqê.
Dû re di salên 2006 heta 2009an Cîgirê Serokwezîrê Hikûmeta Hilbijartî ya Îraqê ya bi serokatiya Nûrî Malikî bûye. Dr. Berhem Salih damezirînerê Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê ye. Salih 2yê Çiriya Pêşîn a 2018an wekî Serokkomarê 8emîn ê Îraqê hatibû hilbijartin.
(AY)
*Çavkanî: Rûdaw

