Weşanxaneya Nûbiharê berga 3yem a hemû berhemên helbestvan Abdûllah Peşêwî çap kiriye.
Berga sêyem a hemû dîwanên Abdulla Peşêwî ku di bin sernavê "Berew Zerdeperr / Ber bi Zertavê" de hatîye komkirin ji her sê dîwanên wî yên "Berew Zerdeperr" (Ber bi Zertavê), "Pirêskey ‘Aşiqêkî Zigmak" (Boxçika Aşiqekî Zikmak) û "Dîwanî Birakujîyê" (Dîwana Birakujîyê) pêk tê. Di helbestên vê bergê de, ji bilî evîn û kurdayetîyê xwendevan, wê rastî xema kûr a Peşêwî bên ku li hember pîrî, mirin û rewşa xirab a netewe û welatî derdibire.
Beriya niha Weşanxaneya Peywendê berga yekem bi navê “Şevnameya Şa’îrekî Têhnî” di sala 2016an de, ya duyem jî bi navê “Şev Nîne Hûn Neyêne Xewna Min” di sala 2019ah de çap kiribû. Zulkuf Ergunî ji bo helbestên Peşêwî wergerandine kurmanciyê.
Ergunî di sala 2022yan de pirtûkek li ser jiyan, helbestvanî û helwesta Peşêwî bi navê “Abdullah Peşêw – Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî” nivîsandibû. Nûbiharê ev pirtûk jî çap kiribû.
Bixwîne - Pirtûka "Abdulla Peşêw Rizgarkerê Dawî yê Helbesta Kurdî" çap bûye
Derbarê Peşêwî de
Di sala 1946an de li bajarê Hewlêrê ji dayîk bûye. Dema 2-3 salî bûye bavê wî yê mela çûye ber dilovaniya Xwedê. Xwendina xwe ya seretayî û enstîtuya dersdaran li Hewlêrê temam kiriye. Di navbera salên 1970-1973yan de li gundên Gelyawe û Kendalê li nêzîk Hewlêrê û paşê jî li nav Hewlêrê dersdarî kiriye.
Di 1973yan de çûye Sovyetê (USSR). Li vir di 1979an de li Enstîtuya Zimanên Biyanî ya Moskovayê (Moris Torez) di beşa ingilîzî û rûsî ya koleja wergêranê de mastir kiriye û di 1984an de jî li Enstîtuya Rojhilatnasiyê ya Moskovayê li ser Pîremêrd bawernameya doktorayê ya edebiyat û zanistên fîlolojiyê wergirtiye. Ji 1985an heta 1990î li zanîngeya Alfatih a Terablûsê li Lîbyayê ders dane.
Helbesta xwe ya pêşî di sala 1963yan de di rojnameya Hewlêrê de weşandiye û dîwana xwe ya pêşî jî di sala 1967an de li Kerkûkê daye çapkirin. Heta niha deh dîwanên wî yên esasî hatine çapkirin û niha jî li Fînlandayê dijî. (FD)