Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Dema 17 salî bûm, min melayê ku bavê min binaxkirine dît. Min behsa îdiayan kir. Min jê pirsî da ku cesed dîtiye yan na. Got, ‘ji helîkopterê hatiye avêtin’. Got ku cesed dişibiya hemû parçayên qedeheke şikestî. Hemû hestiyên wî şikestibûn. Dema min nûçeyên derbarê Osman Şîban û Şerîf Tûrgûtê ku li Wanê ji helîkopterê hatine avêtin xwend, ew roj hatin bîra min. Ma qey li vî welatî ti tişt nayê guhertin?”
Berfîn Erturk, bi wan tiştên ku gaveke din wê behsa wan bike dê me bibe Cizîra salên 1989an. Ji me re wê behsa kuştinên failên wan nediyar, desteserkirinan, bavê xwe yê ji helîkopterê hatiye avêtin bike.
“Qereqola Cizîrê qebûl nekiribû ku ew desteser kirine”
“Dema ev bûyer pêk hatin ez 10 deh mehî bûme. Em li Cizîra Şirnexê bûne. Em heşt xwişk û bira, dêya min û bavê min Mehmet Erturk li gel hev bûne. Di Çiriya Pêşiyê ya 1989an de polîs û tîmên taybet bi şev bi ser mala me de girtine. Bavê min desteser kirine, gotine ‘piştî em îfadeya wî werbigirin em ê wî serbest bikin’. Wê demê desteserkirin ji bo mirovên wê herêmê tiştekî ji rêzê bû. Dêya min rojekê du rojan sekiniye. Piştî bavê min venegeriyaye malê, çûye qereqolê. Gotiye, ‘Hevjînê min Mehmet Erturk hatiye desteserkirin, hîna nehatiye malê’. Qereqola Cizîrê gotiye haya me ji kesekî wiha nîne. Dêya min çûye bal Şaredarê wê demê yê Cizîrê. Jê re gotiye, ‘Nas û dostên te hene, dibe ji te re bibêjin’. Şaredar gotiye ‘Ji me re jî nabêjin’ û dêya min şandiye malê.
“Bila xizmên Mehmet Erturkî werin Şaredariya Şirnexê”
“Dêya min ji derûdorê parêzerek peyda kiriye. Parêzer tirsiyaye û pê re eleqedar nebûye. Dêya min di roja sêyan de jî li bavê min geriyaye. Dema dêya min di ber nexweşxaneya Cizîrê re bihuriye, xwişka min bavê min di wesiyita cendermeyan de dîtiye. Bang kiriye û gotiye ‘bavooo’ lê deng neçûyê, xwe negîhandine wesayitê.
“Piştî vê bûyerê, dêya min careke din çûye Qereqoya Cizîrê. Qereqolê vê carê ew şandiye dozgeriyê. Di roja çaran de Şaredariya Şirnexê anonsek kiriye. Di wê demê de apê min li Şirnexê bûye û wî anons bihîstiye. Wî em agahdar kirine. Di anonsê de gotine, ‘bila xizmên Mehmet Erturkî werin Şaredariya Şirnexê.”
“Hêviyên dêya min çêbûne û ji Cizîrê çûye Şirnexê. Dema hatiye şaredariyê jê re gotine ‘me Mehmet Erturk li goristana bêkesan veşardiye’. Dêya min bi hêviyan çûye şaredariyê lê bi qêrînan ji wir derketiye. Ti kes nabêje bê ka çi bûye ji bavê min.
“Ji Çiyayê Cûdiyê avêtine”
“Rojên piştî wê, bi qasî tiştên ku dêya min bihîstiye, li gor gotinên şahidan, bavê min piştî desteserkirinê îşkence lê tê kirin. Gundiyan dîtiye ku li Çiyayê Cûdiyê tiştek ji helîkopterê avêtine. Xeberê didin cendermeyan. Cenderme diçin lêkolînê dikin. Fam dikin ku ew tiştê ji helîkopterê hatiye avêtin cesedê mêrekî betaniye lê pêça ne û ew jî Mehmet Erturk e. Dozgeriyê nivîsandiye û gotiye ‘dema cih nîşan dida şemitiye’.
“Bêyî me agahdar bikin, binax kirine. Otopsiya wî, rapora mirinê nedane me. Piştî bi salan di encama lêkolînan de min ew mela dît ku bavê min binax kiriye. Ez 17 salî bûm, bêyî ku bibêjim ez keça wî me, min behsa îdiayan kir.
“Min got cesed tê bîra te. Got, ‘ji helîkopterê hatiye avêtin’. Got ku cesed dişibiya hemû parçayên qedeheke şikestî. Hemû hestiyên wî şikestibûn. Bavê min yekem kes bû ku ji helîkopterê avêtine. Wê gavê hin rojnameyan nûçeya wî çêkiribûn. Dema min nûçeyên derbarê Osman Şîban û Şerîf Tûrgûtê ku li Wanê ji helîkopterê hatine avêtin xwend, ew roj hatin bîra min. Ma qey li vî welatî ti tişt nayê guhertin?”
Keskîn: Em dixwazin gor were vekirin
Eren Keskîn, parêzera malbata Mehmet Erturkî got ku ji bo doz ji nû ve were vekirin ew ê serî lê bidin û û ew dixwazin gora Mehmet Erturkî were vekirin:
“Em behsa wî mirovî dikin ku hêzên fermî ew desteser kirine û ti agahî jê nayê standin. Kesekî ku rapora otopsiya wî nehatiye nivîsandin û binaxkirin. Dosyayeke mînak e. Li gor nêrîna me îşkence pêk hatiye, miriye û ji bo şopên kuştinê veşêrin ew ji helîkopterê avêtine. Me heta niha ji hêla hiqûqê ve ti tişt bi dest nexistiye, her gotin ku ‘hewceyî lêpirsînê nake’. DMMEyê jî serlêdan qebûl nekir.
“Ji bo bê famkirin bê ka Mehmet Erturk çawa hatiye kuştin, divê gora wî were vekirin. Wê demê jî malbat bi me re ketibû têkiliyê û ew îdiaya ku dibêje ji helîkopterê hatiye avêtin anîbûn ziman. Em dixwazin careke din ev îdia were lêkolînkirin. Ji sala 1989an heta 202an em dibînin ku hin tişt qet nehatine guhertin.” (EMK/FD)