Şanoya Bajêr a Amedê di serdema nû wê lîstika bi navê “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din” bilîze.
Şanogerên Şanoya Bajêr a Amedê, ev demeke ku ji bo vê lîstikê amadekariyên xwe dikin. Di lîstikê de Nûrşen Adiguzel, Yavûz Akkuzu û Ozcan Ateş dilîzin. Lîstik cara pêşiyê wê roja 6ê Çiriya Pêşiyê li salona Şanoya Bajêr a Amedê bê lîstin. Dilawer Zeraqî lîstik wergerandiye kurdî û Berfîn Emektar jî derhênera lîstikê ye.
Stefan Tsanev, nivîskarê bûlgarî, ev lîstik ji ber dastana Jeanne d’Arca navdar amade kiriye. Li gorî ku dibêjin, Jeanne d’Arc di sedsala 15an de li Fransayê jiyaye. Beşdarî şerê Fransa û Ingilistanê bûye û bi jîrbûna xwe ya vî şerî nav daye. Lê paşê desthilatdaran ew weke sêhrbaz penase kiriye û di dawiyê de jî ew şewitandiye û kuştiye.
Stefan Tsanevî ji ber vê çîrokê, çîrokeke nû afirandiye ku navê jî jî kiriye “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din.” Nivîskarî bi vê çîrokê hewl daye ku bê ka ol û netewperestî, mirovan û civakê çawa dorpêç dikin.
Derhênera lîstikê Berfîn Emektarê derbarê lîstikê de bersiva pirsên bianetê da.
Şanoya Bajêr a Amedê bi piranî lîstikên klasîk amade dikin û bi wan derdikeve pêşberî şanohezan. Vê carê jî lîstika "Mirina Jeanne D’Arcê ya Din" amade kiriye. Ev tercîha we ye yan sedemeke wê ya din heye?
Tektsên nûjen jî em dilîzin. Lê ev tercîh e. Gelek caran ev pirs tê pirsîn. Car caran tê rexnekirin jî. Wek tercih e. Em dixwazin klasîkên cîhanê bikin xizmeta şanoya kurdî. Mixabin aliyên wê yê mecburî jî hene. Tekstên kurdî zêde nînin. Gelek kes dipirsin û dibêjin ‘çima hûn tekstan nanivîsin?’ Ev ne karê me ye. Em ne nivîskar in. Xwezî hebûya û me bikira. Di cîhanê de jî wisa ye. Nivîskar û wêjekar vî karî dikin. Di nava kurdan de jî hewldan hene. Tiştên gelek xweş jî derdikevin. Em jî hewl didin. Em hewl didin di repertuara xwe de jî ew tekst hebin. Gelek ceribandinên me jî hene.
Sedema hilbijartina lîstika “Mirina Jeanne D’Arcê ya Din” ji ber tercîheke çawa ye?
Em li lîstikeke kêmkesî digeriyan. Ji ber derfetan. Her tişt gelek gelek buha ye. Ji bo turneyan. Em nikarîbûn bi rehetî bigeriyan. Lîstikên me qerebalix in. Di turneyan de em pir astengiyan dibînin. Heqê rê pir pir zêde bûye, ji ber wê em nikarin bi rehetî bigerin. Ji ber wê jî em li lîstekeke kêmkesî digeriyan. Sedema sereke ev e. Piştî wê, ev lîstik ji xwe me dizanîbû. Ez ji bo xwe bibêjim, ‘ji bo min çima ev lîstik?’ Min derhênereriya lîstika "Hema Hema Jin Elîzabeth" jî kiribû. Armanca min ew e ku dema ez derhêneriya lîstikan bikim, ez dixwazim karaktera jinan serdest be, jin bi hêz bin û li ser sahneyê weke lîstikvan jî xwe bikaribe îfade biki. Mixabin di şanoyê de him tekstên klasîk him yên modern, li cîhanê jî wisa ye, karakterên jinan gelekî flû ne. Di şanoya kurdî de gelek lîstikvanên jin hene, gelek kedê didin. Lê nayên xwuyakirin. Di van salên dawiyê de gelek gelek xwe derdixin pêş. Armanca min ew e ku em lîstikvanên jin derxin pêş. Dema em behsa lîstikvanên mêr dikin, bila em behsa lîstikvanên jin jî bikin. Ne ku lîstikvanên jin ne xwediyê wê jîr û zanatiyê ne. Ji ber ku tekst nînin. Ji ber ku tekst piranî ji hêla mêran ve tên nivîsandin, rewş wisa ye. Wek derhêner armanca min a yekem ev e.
"Nivîskar pir pir baş li hev aniye"
Em werin ser vê lîstikê. Di vir de karaktera jin behsa çi dike? Karaktera jin çawa derxistiye pêş, kîjan aliye wê yê xurt in? Belê, divê karaktera jinan xurt be, lîstik lê qala çi dike, ew jî ji min re girîng e. Mijara wê çi ye? Mirina Jeanna d’Arc a din, Jeanne d’Arc ne bi xwe ye. Me jî adaptasyon kir. Tekst ji bo adaptasyonê guncav bû. Engîzisyonê cezayê mirinê lê biriye. Dibêje ‘tê bibêje ez Jeanna d’Arc im. Desthilat, engizisyon û dîn naxwaze jin derkeve pêş. Di serdema 15an de jinek derketiye û serkêşiya artêşê dike, dixwaze gelê xwe xelas bike. Elbet kêfa dîn, mêr û desthilatê jê re nayê. Ji ber wê jî dixwaze ew karaktera di lîstikê de ye bibêje, ‘ez Jeanne d’Arc im, ez xwe înkar dikim. Ji ber tiştê ku min kiriye, ez poşman im, dema tu poşman bibî, em ê te efû bikin.’
Ji bo min tişta mihûm ew e ku nivîskar pir pir baş li hev aniye. Em Jeanne d’Arcê li ser dikê nabînin, lê hemû fikr û têkoşîna wê li ser dikê ye. Niha jî têkoşîna jinên kurdan di asteke din de ye. Pêşengiya her tiştî dikin. Pêşengiya hunerê, siyasete dike. Pêşengiya şoreşê dikin. Ji ber wê ev karakter ji bo min mihûm e.
"Hişmendiya baviksalarî li ser dikê heye"
Hejmara derhênerên jin di şanoya kurdî de kêm in. Beriya niha te derhêneriya lîstika bi navê “Hema Hema Jin Elizabeth”ê kiribû. Bi vê re dibe du lîstikên ku tu derhêneriya wan dikî.? Ev ji bo te tecrûbeyeke çawa ye?
Ez xwe weke derhêner bi nav nakim. Ji ber derfetan wisa bû. Teqez divê derhênerên jin zêde bibin. Nêrîna mêr û jinan pir pir cuda ye. Wexta em bixwazin di şanoyê de fikreke nû ava bikin, ew fikra mêr a serdest, zimanê zayendperest, ew hemû divê bên guhertin. Di van waran de jin divê pêşengiyê bikin. Wekî din nayê guhertin. Ev tecrubeyên bi salan e wisa ye. Ji derveyi niyeta xirab, ew tişt heye. Serdestiya baviksalarî ango mêrsalariyê li ser dikê jî heye, di romanên me de jî heye , di çîrok me de ji heye. Ev li cîhanê jî wisa ye. Her weha ji bo şanoya kurdîjî wisa ye. Ne tenê derhêner û lîstikvaniya şanoyê, ronayî, dekor heye. Ev hemû jî bi hişmendiyekê tê hûnandin. Ev ziman ango hişmendî jî baviksalarî ango mêrsalarî ye. Teqez ev hişmendî divê bê guhertin û ev hişmendî jî wê bi destê jinan bê guhertin.
Di van salên dawiyê de liv û tevgereke berbiçav a şanoya kurdî heye. Gelek kom ava bûn, gelek lîstik hatin lîstin. Her weha salonên şanoyê tên sazkirin.
Şanoya kurdî di van salên dawiyê de di nava tevgereke gelek xurt de ye. Hêzeke wê heye û vê hêza xwe jî ji temaşevanên xwe digire. Ev ji bo me tiştekî gelekî mezin e. Ev jî gelek tiştan bi xwe re tîne. Yanî şanoger xwe berpirsiyar dibînin di vê rewşê de. Dibêjin ‘hewce ye em şanoya xwe ava bikin, hewce ye em biçin her derê Kurdistanê. Her ku temaşevanên me li ku hebin, em biçin tûrneyan. Hewce ye ku em listikên nû bi şêwazên nû çêbikin’. Temaşevan hebe zextekê çêdikin. Niha şanoya kurdî hatiye vê astê. Ev çend salên dawiyê şanogeran bi destên xwe ava kirin. Em dikarin vê bi rehetî bibêjin. Şanogeran bi deste xwe, bi sekna xwe çandek ava kir. Helbet Şanoya Bajêr pêşengiya van tiştan kir. Em dikarin vê bi şanazî bibêjin. Niha jî ev gelek belav dibe. Em dikarin bibêjin, şanoya kurdî dixwaze li her derê sazîbuna xwe avabike. Êdî dixwaze mayînde bibe. Ev bawerî heye bi şanogerên kurd re. Xwedîderketineke gelekî mezin heye.