Fotoğraf: AA – Serokomarî/Enqere
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îbrahîm Kalinî Berdevkê Serokomariyê bi Nûnera Daimî ya NYê ya Amerîkayê Kelly Craft û Nûnerê Taybet yê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey ra civîyane.
Li gor daxuyanîya Berdevkîya Serokomarîyê, hevdîtîna ku ji çapemenîye re girtîye li Serokomarîyê hatiye kirin û derdora saet û nîvek dewam kirî ye.
Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê, di hevdîtinê de mijara Îdlîbê, qeyrana li Sûrîyeyê, kêşeya penaberan û kêşeyên herêmî hatiye gotûbêj kirin. Herweha ji bo çareserkirina qeyrana ku li Îdlîbê mezin dibe, xalên hevkarîyê hatiye nirxandin.
Di hevdîtinê de girîngiya piştevînaya tifaqa di nav NATOyê de hatiye dûpatkirin û ji bo piştgirîyê jî ji welatên endam, taybet ji DYAyê gavên berbiçav hatiye xwestin.
Herweha derbarê “Tevgera Mertala Biharê” ya ji alîyê Hêzên Leşkerî yên Tirkîyeyê ve tê birêvebirin da rayedarên DYAyê hatiye agahdar kirin.
Daxwaza çareserîya sîyasî û agirbesta mayînde hatiye kirin
Di hevdîtinê de hatiye destnîşankirin ku ji bo çareseriyeke siyasi û aştiyane li Sûrîyeyê, dê operasyona leşkeri di çarçoveya mûtabeqeta Îdlîbê da berdewam bike. (EKN/AY/FD)