Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Parlamentera HDPyê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaşê li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku Baydemîr piştî serdana wan a Baroya Amedê hate desteserkirin.
Baydemîr piştî ku îfade da dozgeriyê hat berdan.
Derbarê Baydemîrî de di doza dihate darizandin de ji ber beşdarî daneşîna nedibû di 20ê Gulanê de biryara zeftkirinê hatibû derxistin. Baydemîr bi wî sûcî dihat sûcdarkirin ku di dema Şaredarê Amedê bû “heqaret li karmendê dewletê kiriye” û ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê ji bo wî dihat xwestin.
Çi bibû?
Li gor nûçeya Felat Bozarslanî ya di Ajansa Nûçeyan a Doganê de. Di 3yê Çiriya Paşiyê ya 2012ê de Partiya Aştî û Demokrasîyê(BDP) ya ku hatiye girtin ji bo balê bikişîne ser greva birçîbûnê xwestiye mîtîngekê pêk bîne. Walîtîyê mîtîng asteng kiriye. Osman Baydemîrî li ber deriyê walîtîyê biryara walîtîyê protesto kiriye. Polîsan Baydemîr asteng kiriye. Li gor dadgehê Baydemîrî hingê heqaret li polîsan kiriye.
Dozgerîya Dadgeha Cezayên Giran a 4. a Amedê bi sûcê "ji ber karê wan heqareta li xebatkarên civakê" ji salekê heta 3 salan cezayê girtinê ji Baydemîrî re xwest. Parêzerê Baydemîrî ji bo dadkirinê çû dadgehê lê Baydemîr beşdarî dadkirinê nebû.
Dadgehê biryara fermana zeftkirinê bê derxistin ku digel derxistina agahdarnameyê Baydemîr beşdarî danişîna nebûye, biryarên anîna bi darê zorê yên ji bo danişînan yên di 23ê Adarê û 26ê Gulanê de hatine derxistin hatine îadekirin.
Serdar Çelebî parêzerê Baydemîrî diyar kir ku Baydemîr berdevkê koma partiyê ye û got, “Gelek karên wî dê hebin. Ji ber vê sedemê, ji bo ku îfadeya wî bê standin em daxwaz dikin ku careke din fermannameyekê binivîsînin. Bûyera navborî di dema bûyerên civakî de derbasbûne”. (BK/FD)