* Foto: Muhammed Selim Korkutata – Ankara / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikî ne
Omer Çelîk, Berdevkê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) îro saet di 00.05ê de li navenda giştî ya partiya xwe derbarê hilbijartina herêmî de axivî ye.
Çelîk li ser girîngiya Lijneya Bilind a Hilbijartinê axivî ye û wiha gotiye:
“Tirkiye welateke wiha ye ku hilbijartinên bêpirsgirêk li dar dixe. Welateke ku xwedî tecrubeyên mezin e. Saziyeke me ya weke YSKyê heye ku her kes rêzê jê re nîşan dide. Divê di pêvajoya îtiraza li Stenbol û Enqereyê de her kes van tiştan ji bîr neke û nirxandinên xwe bi vî awayî bike. Biryara gelê me di ser hertiştan re ye. Welatiyên me çi dibêjin ew, cihê biryara wan li ser serê me ye.
“Li Enqere û Stenbolê ji bo me zelal e ku nelihevkirinek di nava zabitnameyên encamên sendoqan û lîsteyên jimartinan de heye. Ji bo ev nelihevkirin ji holê rabe, me serî lê daye ku ev jî tiştekî xwezayî ye.
“Her hilbijartinek xwedî karakterekê ye. Wezîfeya me hemûyan e ku em van encaman rast bixwînin. Divê li hemberî kesên dixwazin vê pêvajoyê provoke bikin, helwesta me zelal be”. (AS/FD)