Berdevka DEM Partiyê: Hindik ma ye PKK ragihîne ku kongreya xwe li dar xistiye

Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan li navenda giştî ya partiya xwe têkildarî geşedanên di rojevê de daxuyanî da.
Ayşegul Doganê di serî de têkildarî koça dawî Sirri Sureyya Onder axivî û got: “Êşa me hêj nû ye, windahiyeke mezin e. Barê li pey xwe hiştî pir giran e. Ji me re berpirsyartiyeke dîrokî hişt. Got ‘aştî pêkan e û ev ne îxtîmalek e. Mayindekirina vê îxtîmalê di destê me de ye. Civak amade ye, gelên Tirkiyeyê amade ne. Heke bixwaze, îradeya siyasetê jî amade ye. Divê em bi cisaret û bibiryardarî xwedî li vê pêvajoyê derkevin.’”
Ayşegul Doganê, bal kişand ser hewldana sûîqestê ya li dijî Onder û got: “Rewşa behsa xeberê li sîteya mala wî ya li Enqereyê hate ferqkirin. Xebatkarekê ewlehiyê yê sîteyê dema wesayît park dikir, deng tê guhê wî û gumanê jê dibe. Li ser vê yekê lastîkan kontrol dike. Dema kontrol dike dibîne ku mekanîzmayeke tûj li wir hatiye bicihkirin. Ev mekanîzma dikare tekerê biteqîne. Piştre jî Sirri Sureyya Onder mijar hem bi partiya me hem jî bi rayedaran re parve kir. Hûn jî dizanin ku mijareke hesas e. Lewma yekser bi rayedarên ewlehiyê re hate parvekirin. Her wiha ew mekanîzma radestî wan hate kirin. Û tevdîrên pêwîst jî hatin giritn. Çima ev mijar bi raya giştî re nehate parvekirin? A ewil, hevalê me yê hêja Sirri Sureyya Onder nexwest ev mijar bê bikaranîn. Hûn tevek jî şahidên gotinên wî yên têkildarî aştî û pêvajoyê ne. 1
Têkildarî îdiayên sûîqestê ya li dijî Pervîn Buldanê jî Ayşegul Doganê wiha got: “Nûçeyên ku dibêjin Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldanê li Romayê qeza kiriye hene. Belê rast e, qezayeke trafîkê çêbû. Lê divê ev qeza weke hewldaneke sûîqestê neyê nirxandin. Hevalê ku wesayîta Pervîn Buldan û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir tê de bûn diajot, kete rêya xelet û qeza kir. Lê di qezayê de hema bêje qet xisara madî jê çênebûye û tu kes birîndar jî nebûn. Rast nîne ku ji vir tiştek were derxistin.”
Kongreya PKKê
Rojnamegeran têkildarî kongreya PKK’ê pirs kirin û Ayşegul Dogan jî wiha bersiv da: “Di demekî nêz de PKK dê ragihîne ku kongre hatiye lidarxistin. Dibe ku di carekê de PKK vê agahiyê ragihîne. Em bi cidiyet û girîngiyeke mezin li benda vê gava dîrokî, vê biryara dîrokî ne. Ji bo êdî qad li ber siyaetê vebe, berpirsyartî dikeve ser milê her kesî. Divê her kes bi cisaret vê berpirsyartiyê li xwe bigire.”
(AB/AY)