Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Alîkara Serokê Giştî yê CHPê û Berdevka Partiyê Selin Sayek Boke piştî civîna Lijneya Birêveberiya Navendî (LBN) derket pêşberî çapemeniyê û got, “Divê ev referandûm bê dubarekirin. Helwesta me wê ne wisa be ku weke destûrene nû hebe. Ji bo wê divê ti şika we tune be ku em ê hemû mafên xwe yên demokratîk bikar bînin. Dema ku em dibêjin her cure, di nava wê de vekişîna ji Meclîsê jî û berdewamiya xebatê jî di nav de ye.
“Ji referandûmê encama ‘Erê’ derneketiya û guhertineke destûreke nû çênebûye. Referandûma ku di 16ê Nîsanê de çêbû di nêrîna me de nayê qebûlkirin. Ev bi awayekî aşkere hilbijartineke bêmor çêbûye. Di her konaxa referandûmê de serî li cure dek û dalaban dane”. (NV/FD)