Êrîşên ku Îsraîlê piştî 7ê Cotmehê li dijî Xezeyê da destpêkirin, ne tenê Hamas, sivîl û rojnamegerên ku şahidê şer bûn jî kir armanc.
Rojnameger dema ku di nava şer de li ser karê xwe bûn hatin kuştin. Hin ji wan bi tena serê xwe, hin bi hevalên xwe re, hin jî bi malbatên xwe re mirin.
Hinek nûçegihan, hinek wênekêş, vîdyogir, pêşkêşvan an xebatkarên radyoyê bûn. Hin derhênerê weşanê an jî çêker bûn. Hin ji wan jî şofêrên taksiyê bûn ku tenê nûçegihanên ku diçûn ji bo nûçeyan dibirin ...
Li Xezeyê heta niha 170 rojnameger hatine kuştin
Dema li ser karê xwe bûn, bi qasî ku ji destê wan dihat hewl dan ku şer û wêraniyê ji cîhanê re ragihînin. Wan bi wêne û vîdyoyên ku kişandin, nûçe an jî parvekirinên medyaya civakî, dîmenên qetlîam û kêliyên kurt ên aramiyê ragihandin.
Em rojnamegerên ku Îsraîlê di sala yekem a şer de li Xezeyê kuştine û rastiya ku wan canê xwe ji bo feda kirin û ji bo nîşanî cîhanê bidin bibîr tînin.
CPJ: Îsraîlê di 22 salan de 20 rojnamegerên Filistînî kuştine
Ji bo rojnamegeran qonaxa herî kujer a dîrokê
Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xeta Xezeyê yek ji wêraniyên herî mezin ên van demên dawî bû. Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ya li Xezeyê yên 4ê Cotmeha 2024an di êrîşên ku ji 7ê Cotmehê heta niha ji aliyê Îsraîlê ve hatine kirin de 41 hezar û 802 kes mirine û 96 hezar û 844 kes jî birîndar bûne. Ji kesên mirine jê 17 hezar zarok û 11 hezar jî jin in.
Rojnameger jî dibin hedefa êrîşan. Li gorî daneyên Sendîkaya Rojnamegerên Filistînê (PJS) di encama êrîşan de herî kêm 167 rojnameger mirine. Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ku navenda wê li New Yorkê ye, 111 ji van mirinan bi belgeyan piştrast kir. Herî kêm 16 jin û herî kêm 2 jî ducanî bûn.
RSF û CPJ: Divê di şerê Îsraîl û Filistînê de ewlehiya rojnamegeran were sazkirin
Ji sala 1992an û vir ve ku CPJê dest bi berhevkirina daneyan kir, ev heyama herî kujer ji bo rojnamegeran hat tomarkirin. Lêbelê, ev serdem ne tenê ya serdema nûjen, di heman demê de heyama herî kujer a dîrokê jî tê hesibandin.
Gere were berhevkirin, di Şerê Cîhanê yê Duyemîn de ku 6 sal domiya 69 rojnameger, di Şerê Vîetnamê û DYAyê yê 20 salî de 63, di Şerê Koreyê yê sê salan de jî 17 rojnameger mirin. Hejmara rojnamegerên mirine li Xezeyê ji hejmara rojnamevanên ku di dema bîst salên dagîrkirina Afganîstanê ya Amerîkayê de, şerê Iraqê û şerê Rûsyayê li Ukraynayê de hatine kuştin, zêdetir e.
Rojnamegerên ku navên wan diyar bûne û li Xezeyê di encama êrişên Îsraîlê de mirine ev in:
Mohammad Jarghoun - Nûçegihan (Medya Smart) - 7 Cotmeh
Îbrahîm Lafî - Nûçegîhanê Fotografan (Ain Media) - 7 Cotmeh
Mohammad Al Salhi - Nûçegîhanê Fotografan (Fourth Authority) - 7 Cotmeh
Said El Tawil - Derhênerê weşana giştî/Edîtor (El Xemisa) - 9 Cotmeh
Mohammed Sobboh - Nûçegîhanê Fotografan (Khabar) - 9 Cotmeh
Hîşam El Newajha - Nûçegîhanê fotografan (Khabar) - 9 Cotmeh
Ehmed Şehab - Rêveberê Weşanê (Radyoya Sowt El-Asra) - 12 Cotmeh
Hossam Mubarek - Pêşkêşkar (Al Aqsa TV) - 13 Cotmeh
Yousef Dawwas - Rojnamevanê serbixwe - 14 Cotmeh
Ebdul Hadî Hebîb - Nûçegihan (Al Aqsa TV) - 16 Cotmeh
Îsam Bahar - Nûçegihan (Al Aqsa TV) - 17 Cotmeh
Mohammed Balousa - Nûçegihanê (Palestine TV) - 17 Cotmeh
Samih Al Nadi - Derhêner (Al Aqsa TV) - 18 Cotmeh
Xelîl Ebû Etra - Kameraman (Al Aqsa TV) - 19 Cotmeh
Mihemed Ebû Elî - Weşanger (Radyoya El Şebab) - 20 Cotmeh
Roshdi Sarraj - Çêker (Ain Media) - 22 Cotmeh
Mihemed Îmad Labad - Nûçegihan (El Resalah) - 23 Cotmeh
Saed El Halabî - Nûçegihan (Al Aqsa TV) - 25 Cotmeh
Ehmed Ebû Mehadî - Nûçegihan (Al Aqsa TV) - 25 Cotmeh
Cemal El Feqawî - Nûçegihan (Tora Medyayî ya Mîthaq) - 25 Cotmeh
Duaa Şeref - Pêşkêşkar (Radyoya El Aqsa) - 26 Cotmeh
Mohammad Fayez Al Hassan - Derhênerê weşana giştî (Rawasî) - 26 Cotmeh
Yasir Ebû Namûs - Nûçegihan (Medya El Sahel) - 27 Cotmeh
Nazmi Al Nadim - Karmendên îdarî (Palestine TV) - 30 Cotmeh
Majed Kashko - Xebatkarê piştevaniya medyayê (TV) - 31 Cotmeh
Îmad Wehîdî - Nûçegihanê (Palestin TVê) - 31 Cotmeh
Majd Fadl Arandas - Wênekêş (Al Jamahi) - 1 Mijdar
Mohammed Ebu Hatab - Nûçegihan (Palestin TV) - 2 Mijdar
Mohammed Bayyari - Nûçegihan (Al Aqsa TV) - 2 Mijdar
Iyad Matar - Karmendên îdarî (Al Aqsa TV) - 2 Mijdar
Mohammed Al Jajeh - Nûçegihan (Mala Çapemeniyê) - 6 Mijdar
Mohammad Ebu Hasira - Karmendên îdarî (WAFA) - 7 Mijdar
Yahya Ebû Munie - Nûçegihan (Radyoya El Aqsa) - 7 Mijdar
Ehmed Al Qara - Nûçegihanê fotografan ê serbixwe - 10 Mijdar
Mousa Al Barsh - Rêvebir (Radyoya Namaa) - 12 Mijdar
Ehmed Fatmah - Nûçegîhanê Fotografan (Al Qahera News) - 13 Mijdar
Yacoub Bursh - Derhênerê Giştî (Radyoya Namaa) - 14 Mijdar
Moseab Ashour - Nûçegîhanê Fotografan - 18 Mijdar
Mustafa Al-Sawaf - Rojnamevan û Nivîskar - 18 Mijdar
Amr Ebû Haya - Beşa Weşanê (Al Aqsa TV) - 18 Mijdar
Saary Mensour - Rêvebir (Quds News Network) - 18 Mijdar
Hassouneh Isleem - Wênegir (Quds News Network) - 18 Mijdar
Abdelhalim Awad - Şofêr (Al Aqsa TV) - 18 Mijdar
Bilal Jadallah - Berpirsiyarê Weşanê (Mala Çapemeniyê) - 19 Mijdar
Ayat Khadoura - Weşangerê dîjîtal û nûçegihanê serbixwe - 20 Mijdar
Xemîs Salem Deab - Edîtor (Radyoya El Quds) - 20 Mijdar
Cemal Hanieh - Edîtor (Amwaj Sports Media Network) - 21 Mijdar
Mohamed Nebil Al Zaq - Rêveberê medyaya civakî (Quds TV) - 22 Mijdar
Assem Al Barsh - Endezyarê Deng (Radyoya Al Ray ya Palestînî) - 22 Mijdar
Muhammed Moin Eyyash - Nûçegîhanên Fotografan - 23 Mijdar
Mustafa Bakir - Kameraman (Al Aqsa TV) - 24 Mijdar
Nader Al Nazli - Teknîsyen (TV) - 25 Mijdar
Muntaser Al Sawaf - Nûçegihanê wêneyan (Ajansa Anadolûyê) - 1 Kanûna Pêşiyê
Abdallah Derwîş - Nûçegihanê wêneyan (Al Aqsa TV) - 1 Kanûna Pêşiyê
Merwan El-Sawaf - Wênegir (Alef Media) - 1 Kanûna Pêşiyê
Adham Hassouna - Rojnamevanê serbixwe - 1 Kanûna Pêşiyê
Hassan Farajallah - Rêvebir (Al Quds TV) - 3 Kanûna Pêşiyê
Shaima Jazzar - Rojnamevanê serbixwe - 4 Kanûna Pêşiyê
Ala Atallah - Rojnamevanê Serbixwe - 9 Kanûna Pêşiyê
Mohamed Ebû Semra - Nûçegîhanê fotografan - 9 Kanûna Pêşiyê
Duaa Jabbour - Rojnamevanê serbixwe (Eyes Media Network) - 9 Kanûna Pêşiyê
Narmeen Qawwas - Stajyer (Russia Today) - 11 Kanûna Pêşiyê
Abdulkerim Odeh - Rojnamevanê Serbixwe - 13 Kanûna Pêşiyê
Samer Ebû Daqqa - Kameraman (El Cezîre) - 15 Kanûna Pêşiyê
Assem Kamal Moussa - Nûçegihan (Palestin Now) - 16 Kanûna Pêşiyê
Hanîn Elî El-Qeştan - Nûçegihanê (Radyoya Sawt El Watan) - 17 Kanûna Pêşiyê
Abdallah Alwan - Şîrovekar (El Cezîre/Midan) - 18 Kanûna Pêşiyê
Mohammad Nasser Ebu Hweidy – nûçegîhanê fotografan (El Istiqlal) - 22 Kanûna Pêşiyê
Ahmad Jamal Madhhoun - Rêveberê Nûçeyan (Al Rai) - 23 Kanûna Pêşiyê
Mihemed Seîdî Xelîfe - Derhêner (Al Aqsa TV) - 24 Kanûna Pêşiyê
Mohammad Abdul Khaleq Al Ghuf - Nûçegîhanê fotografan (Al Rai) - 24 Kanûna Pêşiyê
Huthaifa Lulu - Endezyarê Weşanê (Radyoya Girtiyan) - 24 Kanûna Pêşiyê
Mohammad Khair El Din - Arşîvvan (Al Aqsa TV) - 28 Kanûna Pêşiyê
Ehmed Xir El Dîn - Nûçegihanê wêneyan (Al Aqsa TV) - 28 Kanûna Pêşiyê
Cabir Ebû Hedrûs - Nûçegihan (Tv El Quds) - 29 Kanûna Pêşiyê
Ekrem Al Shafei - Nûçegihan (Ajansa Nûçeyan SAFA) - 5 Kanûna Paşiyê
Hamza Al-Dahdouh - Nûçegihan (El Cezîre) - 7 Kanûna Paşiyê
Mustafa Thuraya - Rojnamevanê vîdyoyê yê serbixwe (AFP) - 7 Kanûna Paşiyê
Heba Al Abdallah - Rojnamevanê serbixwe - 9 Kanûna Paşiyê
Ahmad Bdeir - Nivîskar - Hadaf News - 10 Kanûna Paşiyê
Mohammed Cemal Sabahi Al Thelathin - Nûçegihanê (Al Quds TV) - 11 Kanûna Paşiyê
Yazan Al Zuweidi - Nûçegihanê wêneyê (Al Ghad TV) - 15ê Kanûna Paşiyê
Iyad Ehmed El-Ruwahi - Nûçegihan û pêşkêşvan (Radyoya El Aqsa) - 26 Kanûna Paşiyê
Mohamed Abdel El Fetah Atta Allah - Edîtor (Al Risala) - 29 Kanûna Paşiyê
Nafez Abdel Cewad - Derhêner (TV) - 8 Sibat
Ala Al Hams - Nûçegihan (Ajansa Nûçeyan a Filistînê SND) - 12 Sibat
Angham Ahmed Adwan - Nûçegihan (February TV/Libya) - 12 Sibat
Mohammed Yaghi – nûçegîhanê fotografan - 23 Sibat
Ibrahîm Mehamîd - Pêşkêşkar û kameraman (Al Selam TV û Al Shaab TV) - 1 Adar
Mihemed Xeder Ehmed Selame - Pêşkeşvan (Al Aqsa TV) - 5 Adar
Abdel Rahman Saima - Wênegir û çêker (Tv Raqmî) - 15 Adar
Mohammed Al Rifi - Nûçegîhanê Fotografan - 15 Adar
Saher Ekram Rayyan - Nûçegihan (WAFA) - 25 Adar
Mihemed Ebû Sexîl - Edîtor û grafîkçêker (Şems) - 28 Adar
Tariq Al Sayed Shakil - Edîtor (Radyoya El Quds) - 28 Adar
Mohammed Basam Al Jamal - Nûçegihan (Palestine Now) - 25 Avrêl
Mustafa Ayyad - Rojnamegerê wêneyî yê serbixwe (Al Jazeer) - 6 Gulan
Baha Akasha - Nûçegîhanên Fotografan (Al Aqsa TV) - 11 Gulan
Hael Al Najjar - Nûçegihanê (Al Aqsa TV) - 15 Gulan
Mahmoud Jahcouh - Nûçegîhanên Fotografan (Tora Posta Filistînê) - 17 Gulan
Ola Al Dahdouh - Edîtor û pêşkêşvan (Radyoya Sawt Al Watan) - 31 Gulan
Mihemed Ebû Şerîa - Derhênerê weşana giştî (Ajansa Nûçeyan a Şems) - 1 Tîrmeh
Mohammad Al Sakni - Derhêner (Al Quds TV) - 5 Tîrmeh
Saadi Madoukh - Kameraman (Deep Shot Media) - 5 Tîrmeh
Rizq Ebû Şakyan - Rojnameger û edîtor (Palestine Media Agency) - 6 Tîrmeh
Wefa Ebû Daban - Bername û pêşkêşvan (Radyoya Zanîngeha Îslamî) - 6 Tîrmeh
Amjad Al Jahjouh - Nûçegihan (Palestine Now) - 6 Tîrmeh
Mohammad Manhal Ebu Armanah - Wênekêş (Filistîn Niha) - 13 Tîrmeh
Mohammed Ebu Jasser - Nûçegihan (Al-Risala ve Felesteen) - 20 Tîrmeh
Mihemed Mecîd Ebû Daqa - Wênegir, nûçegihan, nivîskar (El-Hedath) - 29 Tîrmeh
Ismail Al Ghoul and Rami Al Refee - Nûçegihan û Kameraman (Erebî El Cezîre) - 31 Tîrmeh
Temîm Muammar - Edîtor (Radyoya Radyoyê ya Filistînê û Radyoya Dengê Filistînê) - 9 Tebaxê
Ibrahîm Muhareb – Wênekêş, nûçegihan, nivîskar - 18 Tebaxê
Hamza Murtaja -Kameraman, wênekêş, weşanger (Record Media) - 20 Tebax
Hossam Manal Al Dabbaka - Nûçegîhanên Fotografan (Al Quds TV) - 22 Tebax
Mohammad Abed Rabbo - Teknîsyen (Al Manar) - 28 Tebax
Wafa Aludaini - Rojnamevan, Nivîskar (Middle East Monitor ve Al-Thuraya Medya) - 30 Îlon
Îsraîlê li Xezeyê du rojnamegerên din kuşt
(HA/AY)