Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rojnamegeran bi boneya balê bikşînin ser doza hevpîşeyên xwe yên girtî, li pêş Girtîgeha Jinan a Tîpa L ya Bakirkoyê daxuyaniyek dan. Herweha endamên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS) yê û Platforma Rojnamegerên Jinan ya Mezopotamyayê piştgirî dan daxuyaniyê.
Rojnamegeran li pêş wê Girtîgehê daxuyanî dan ku rojnamegerên wekî Îsmînaz Temel, Semîha Şahîn, Pinar Gayip, Reyhan Hacioglû û Hîcran Urun di nav de herî kêm 8 rojnameger tê de girtî ne.
Di çalakiyê de pankart hat vekirin ku “Rojnamegerî ne suc e, ji rojnamegerên girtî re azadî” li ser hatibû nivîsandin û endama Platforma Rojnamegerên Jinan ya Mezopotamyayê Safiye Alagaşê got; rojnameger ji bo ku rastiyan dinivisînin hatine girtin.
Kevser Ozkaynak, nuçegîhanê Jinnewsê li ser nave komê daxuyanî xwend û diyar kir ku, qonaxa em tê de derbas dibin qonaxeke wisaye, dixwazin dengên rastiyê bi tundkarî û zextan bibirin.
Piştre peyama Îsmînaz Temel, nûçegîhana ETHAyê ji aliyê Ebrû Yigit, nûçegihana ETHAyê ve hat xwendin. Îsmînaz Temel di 29ê Çiriya Pêşiyê de li 27emîn Dadgeha Cezaya Girana Stenbolê wê derkeve pêşberî dadwer.
Peyama Îsmînaz Temelê
“Dostên xoşewîst û hevpîşeyên min yên hêja; niha ez jî bi we re li asîmanî dinêrim. Çimkî dengên we bû dengê min, dilên we lêdana dilê min bi hêz kir. Ji saleke zêdetire ez girtî me. Hûn bi piştgiriyê her li gel min bûn. Hûn her hebin.”
Doza rojnamegeran ên di navbera 29ê Çiriya Paşiyê û 6ê Kanûna Pêşiyê de:
Îsmînaz Temel – 29ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê roja Pêncşemê – 27em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê
Temel ji Çiriya Paşiyê (Cotmeh) ya 2017ê û vir ve girtî ye.
Pinar Gayîp û Semîha Şahîn – 5ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê roja Çarşemê – 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê
Gayîp û Şahin ji Nîsana (Avrêl) 2018ê û vir ve li Girtîgeha Bakirkoyê girtî ye.
Hîcran Urun û Reyhan Hacioglû - 6ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê roja Pêncşemê – 23yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê
Di dozê de li gel Hicran Urun û Reyhan Hacioglûyê 20 kedkarên çapemeniyê tên darizandin. Cara pêşiyê 12ê Îlonê derketin pêşberî dadgehê. Pinar Tarlak hatibû tehliyekirin.
Davut Uçar, Ersin Çaksu, Fırat Benli, Günay Aksoy, Hicran Ürun, İhsan Yaşar, İshak Yasul, Mehmet Ali Çelebi, Mizgin Fendik, Önder Elaldı, Pınar Tarlak, Ramazan Sola, Reyhan Hacıoğlu, Yılmaz Yıldız tên dadgehikirin.
Kibriye Evren – 6ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2018ê roja Pêncşemê – 5em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê.
Evren ji 12ê Çiriya Pêşiyê (Cotmeh) û vir ve li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye. (EMK/AY/FD)
*Abdulselam Yildirim ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye.