Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Partiya Saadetê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji bo hilbijartina serokkomariya Tirkiyeyê berbijarê* wan, serokê wê partiyê, Temel Karamollaoglu ye.
Partiya Saadetê li ser malpera xwe ya Twîtterê jî peyamek belav kir:
“Serokê me yê giştî, Temel Karamollaoglu bûye berbijarê serokkomariyê. Bila ji bo welatê me li ser xêrê be.”
Karamollaoglu di sala 1941ê de li Mereşê hatiye dinê. Wî bi Necmettîn Erbakanî re jî kar kiriye. Ji sala 1968ê heta niho di karê siyasetê de ye.
Hilbijartina serokkomariyê
YSK(Lijneya Bilind ya Hilbijartinan) ji bo siet û rojên herdu tûrên hilbijartina serokkomar û wekîlan eşkere kir.
Li gor biryara bi jimara 270yê li Rojnameya Fermî hatî weşandin tûra yekem ya hilbijartinê dê di 24ê Hezîranê de be, tûra duyem dê di 8ê Tîrmehê de be.
Sietên dengdanê dê 08.00-17.00 be.
Li gorî vê biryarê wê Partiya Dad û Geşepêdan (AKP), Partiya Tirkiyeya Mezin (BTP), Partiya Yekîtiya Mezin (BBP), Partiya Gel a Komarî (CHP), Partiya Demokrat (DP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), İYİ Partî, Partiya Tevgera Neteweperwer (MHP), Partiya Saadetê û Partiya Wetan wê karibin bikevin hilbijartina 24ê Hezîranê.
YSKyê ev biryar piştî ku 15 parlamenterên CHPyê derbasî İYİ Partiyê bûn, girt.
(ŞA/MB)
*Namzet