Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Xelata ji bo wan kesên nûçeyên li ser LGBTyê çêdikin û wan berbiçav dikin ya bi navê Out D’Orê dê li Parîsê bê dayin.
Berbijara xelatê edîtora bianetê, Çîçek Tahaoglû ye.
Xwediyên xelatan dê xelatên xwe 29ê Hezîranê li Parîsê bistînin.
Xelatê Komeleya Rojnamegerên LGBT ya Fransayê(Association des Journalistes LGBT, AJL) dide.
Ew rojnamegerên li dijî homofobîyê têdikoşin û ji bo berbiçavbûna LGBTyê nûçeyan çêdikin dê bibin xwediyê xelatan.
Di kategoriya “çapemeniya biyanîyan” de edîtora nûçeyên LGBTI û jinan a bianetê, Çîçek Tahaoglû hat nîşandan.
Ji bo dîtina malpera Out D’Orê bitikîne.(NV/MB)