Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Belkîze Çelîk, karkera demsalî ya 17 salî li Fatsayê, navçeya Ordûyê, elektrîkê pê girtiye û can daye.
Li gorî zanyariya ku Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG) Çelîka ku li nava kon elektrîkê pê girtiye, ji Siwêreg, navçeya Rihayê tevlî malbata xwe ji bo kar çûye Ordûyê.
Di heşt salan de herî hindik 513 zarok mirine
Li gorî rapora ISIGê di heşt salên dawiyê de herî hindik 513 zarok di dema kar de mirine û gotiye ku di dema şewba Covid-19ê de hejmara karkerên zarok zêdetir bûye. ISIGê her weha daxwaz kiriye ku “bila karkirina zarokan qedexe bibe.”
Meclîsa ISIGê di rapora xwe ya Hezîranê de destnîşan kiribû ku di sala 2013an de 59 zarok, di sala 2014an de 54, di sala 2015an de 63, di sala 2016an de 56, di sala 2017an de 60, di sala 2018an de 67, di sala 2019an de 67, di sala 2020an de 68, di pênc mehên destpêkê yên sala 2021an de jî 19 zarok mirine. Li gorî van daneyan di navbera salên 2013 û 2021an de herî hindik 513 karkerên zarok dema kar dikirin, mirine.
58 zarok penaber bûne. Di van salan de 294 zarok karên çandiniyê dikirin an jî li daristanan dixebitîn. 50 zarok li înşaetan, 37 zarok karên bi metalan ve girêdayî, 23 zarok karên hotel û yên weke wan, 21 zarok jî di karên bazirganiyê de kar dikirin.
169 zarok 14 salî û biçûktir bûne, temenê 344 zarokan jî di navbera 15 û 17yan de bûye. (AÖ/FD)