Belgefilma Seywan Saedianî ya bi navê “Bayekî Xewnên Peykerên Min Dizî” 5ê Hezîranê roja sêşemê wê li Zanîngeha Mîmar Sînanê Kampûsa Findikliyê bê nîşandan. Belgefilm ji hêla Saedianî di encama xebata du salan de hatiye amadekirin.
Saedianî di vê belgefilma bi navê “Bayekî Xewnên Peykerên Min Dizî” de behsa çîroka çêkirina û pêşkêşkirina “Peykerên Hesinî” dike. Seywan Saedianî piştî çêkirina “Peykerên Hesinî” ew li bajarên weke Amed, Mêrdîn, Êlih û Stenbolê li hin avahiyên pêşangehan û di nava gund û bajaran de pêşkêş kiribû.
Piştî nîşandana belgefilmê wê Seywan Saedianî behsa çîroka “Peykerên Hesinî” û belgefilmê bike.
Derbarê Seywan Saedianî de
Foto: Mûrad Bayram
Seywan Saedian, peykersaz û şêwekar. Sala 1972yê Ji bajarê Mahabatê ji dayik bûye û ji sala 2014ê û vir de li Amedê dijî.
Saedianî li Mahabatê dest bi xwendina dibistanê kiriye. Ji sala 1995ê û vir ve bênavber bi xebatên hunerî û kulturî re mijûl e. Perwerdeya xwe ya hunerî li Tehranê, Sine û Bokanê dîtiye. Herweha li koleja hunerî ya Zanîngeha Silêmaniyê xwendiye beşa wênesaziyê xwendiye. Li gorî gotina wî “11 salan li Başûrê Kurdistanê penaber bûye”.
Bixwîne - Evîna li sêvan hatî çandin: Sêva Mêxekrêj
Heta niha li hin bajarên Tirkiye, Îran û Iraqê 15 pêşangehên wêneyan û 3 pêşengehên fotografan li dar xistine. Ji bo 4 filmên sinemayê û belgefilman rêveberiya hunerî û dizaynî kiriye. Bi xwe jî belgefilmek û kurtefilmek çêkiriye. Heta niha ji 400an zêdetir bergên pirtûkan, bi dehan logo, afîş û albûmên muzîkê dîzayn kirine.
3 peykerên mezin li bajarê Hewlêrê çêkiriye. Bilindahiya ya bi navê Enfalê 10 metre û nîv e. Pirtûkek wî ya helbestan ya bi navê “Li Çaverwantiyahîç de” bi Soranî hatiye çapkirin. Çend pirtûk wergerandine û çendîn çîrok nivîsandine.
Yek ji xebatên wî yên sereke û bingehîn ya bi navê “Sêva Mêxekrêj e” ku 15 sal in li ser kar dike.
Bixwîne - Evîna ku ji bo sed salan mora xwe li sêvekê dide: Sêva Mêxekrêj
Di sala 2018ê de şanoyeke bukeleyan (kûkla) amade kiriye û belgenameya wî ya bi navê “bayekî xewnên peykerên min dizî” ber bi dawî ve diçe. (FD)