Platforma Bêdeng Nemîne (Susma Platformu) û Documentarist ji bo belgefîlmên ku li dijî sansurê li ber xwe didin, wê bernameyekê li dar bixin.
Bername wê 3yê Tîrmehê roja Şemiyê saet di 20.30 deqîqeyan de pêk were. Di bernameyê de wê derhêner, çêker û temaşevanên belgefîlmên festîwalan ew sansur kirine, doz li wan vebûne û nîşandana wan hatine astengkirin biaxivin.
Di bernameyê de Çayan Demîrel û Ertûgrûl Mavîoglû, derhênerên Bakur (2015), Reyan Tûvî, derhênera “Heta Roja ku Erd Bibe Warê Evînê” (Yeryüzü Aşkın Yüzü Oluncaya Dek - 2014), Huseyîn Karabey, derhênerê “Mirina Bêdeng” (Kara Ölüm – 2001), Veysi Altay, derhênerê Nû Jîn (2015) û Selîm Yildiz, derhênerê “Bîra Mi’têtin” (2015) wê li ser belgefilmên xwe, pêvajoya sansurkirinê û astengiyan biaxivin.
Bernameya ku wê li ser zoomê pêk were, Elîf Ergezen wê moderatoriya wê bike.
Her weha kesên bixwazin dikarin bi rêya vê lînkê li belgefîlman temaşe bikin:
Belgefîlmên li dijî sansurê li ber xwe didin
(FD)