Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ebabîl Filmê belgefilmek derbarê George Floydî de amade kiriye ku polîsan di 25ê Gulana 2020an de li DYAyê Floyd kuştibûn. Ekîbê navê belgefilmî kiriye “Bêhna min diçike.”
Ebabîl Filmê belgefilm di dema xwenîşandanên li dijî tundiya polîsan de kişandine. Xwenîşandan piştî kuştina Floydî bi pêşekiya tevgera Black Lives Matterê li Albany, paytexta Eyaleta New Yorkê dest pê kiribûn û lig elek eyalet û bajaran berdew kiribûn.
Li gorî nûçeya ku li ser malpera Gazete Duvarê hatiye weşandin Yûnûs Yildirim derhênerê belgefilmî ye û Sefa Karaketîn jî alîkarê derhênerî ye. Xarat muzîk ji bo belgefilmî amade kiriye. Belgefilm ji du beşan pêk hatiye ku wê beşa yekem 14ê Tebaxê li ser hesabê Ebabîl Filmî yê Youtûbe-ê were nîşandan. (SO/FD)