Piştî hikumeta Tirkiyeyê qedexeya li ser weşana bi zimanê kurdî rakirî yekem kovara dest bi weşanê kirî kovara Rewşenê ye. Cemil Oguzî çîroka weşana wê kovarê kiriye belgefîlm. Belgefîlma bi navê Rewşen dê 10ê Sibatê, siet 20:00ê li Şa Performansê bê nîşandan.
Sala 1991ê hikûmeta Tirkiyeyê qedexeya li ser weşanên bi zimanê kurdî rakiriye û di wê salê de Navenda Çandê ya Mezopotamyayê(NÇM) hatiye avakirin.
Li ser navê NÇMyê Îbrahim Gurbuz daxwazê ji Walîtîya Stenbolê kiriye û 05.02.1992yê destûr standiye. Çîroka wê kovarê digel rewşa siyasî ya wê demê di belgefîlma Rewşenê de bi belgeyan hatiye nîşandan. Belgefîlm 42 deqîqeyan dirêj e.
Di belgefîlmê de aktor û şahidên amadekirina kovarê axivîne. Zana Farqînî behsa zimanê kovarê kiriye.
Bernameyên Sibatê
Di bernameya meha Sibatê ya Şa performansê ev bername hene.
Şa performans dê meha Sibatê(meha duyem), 16 bernameyan pêk bîne. Şa Performans navendeka çandê ye û li bajarê Stenbolê ye.
Di bernameyan de belgefîlmên; Rewşen, Çinara Sipî, Bîra min Têtin, Berxwedana 33 Salan Dayika Berfo dê bêne nîşandan.
Li ser Roja Zimên û Çîrokên Kurdî Zana Farqînî û Erol Şaybak dê biaxivin. Li ser blog û blogeriyê Mewlud OĞUZ, Azîz TEKÎN û Esrakê dê biaxivin.
Di bernameyê de Şanoyên; Mîrzayê Bicûk, Kirecîyê Nû, Ses, Bêrû û Ji Akademîye re Raporek.
Amadekarên bernameyan ev in: ŞA Performans, Ronak, Umudun Tiyatrosu, Şanoya Bajêr a Amedê, Umudun Tiyatrosu, Teatra Yekta Hêvî.
Bixwîne - Bernameyên şano, belgefîlm û panelên li Şa Performansê diyar bûne
Cemil Oguz kî ye?
Nivîskar, wergêr û rojnameger e. Berpirs û avakarê diyarname.com-ê ye.
Berhemên wî
Belgefîlm:
Mazgal(2013), Rewşen(2011)
Kitêb:
Rojnamegerî, Weşanxaneya Periyê, 2002
Qurtek Evîn Weşanxaneya Periyê, 2005
Duzimanî Weşanxaneya Hîvdayê, 2008
Sako (Palto), Gogol (Wergêr: Cemil Oğuz), Weşanxaneya Hîvdayê, 2008
Dengê Doyê, Ferit Edgü (Wergêr: Cemil Oguz), Weşanxaneya Evrenselê, 2011
(MB)
*Me ji bo çêkirina vê nûçeyê agahî ji Şa Performans û kameraarkasi.com-ê standine.