Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Belçîka û Hollanda bûne endamên Ajansa Bipêşxistinê ya Hevkariya Yaseyî ya Ewropayê (Eurojust) ku di bin banê Yekîiya Ewropayê (YE) de karan dike. Eurojust ji bo sûcên li Iraq û Sûriyeyê li dijî êzidiyan pêk hatine derkeve holê, hatiye avakirin. Di bin banê vê Ajansê de ekîbeke hevbeş a bi navê JITê heye.
Li gorî nûçeya di malbeta fermî ya Eurojustê de hatiye weşandin, ekîba lêpirsînkirinê ya hevbeş fireh bûye. Ev ekîb di wan dozan de dibin alîkar ku li dijî sûcên li êzidiyan bûne hatine vekirin.
Eurojust piştgiriyê dide ekîbê û Swêd û Fransayê ji bo avakirina ekîbê cara pêşiyê di Çiriya Pêşiyê ya 2021an de peyman îmze kiribû. Paşê Belçîka û niha jî Hollanda beşdarî nava ekîbê bûne.
Kanada û Almanya jî hevkariyê bi JITê re dikin û piştgiriyê didine wê.
JITê heta niha lêkolîna gelek bûyeran kiriye û ew bi encam kirine.
Çi bûbû? DAIŞê di Hezîrana 2014an de êrîşî bajarê Mûsilê kiribû û ev der dagir kiribû. Paşê jî di 3yê Tebaxê de çûbû ser Şengalê û li vir qetlîameke gelekî mezin kiribû.
Li Şengalê kurdên êzidî dijîn. Di êrîşê de komelkujiya êzidiyan pêk hat. Zêdetirî 6 hezar jin û zarokên êzidî revandin.
Di 13ê Çiriya Pêşiyê ya 2015an de Şengal ji destê DAIŞê hate derxistin. Parlamentoya Herêma Kurdistanê 3yê Tebaxê weke “Roja Komkujiya Êzidiyan” ragihand. (NT/FD)