Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Berdevkê hikûmetê, Bekir Bozdagî diyar kir ku Tirkiyeyê li Qendîlê operasyonên leşkerî kirine û “Tirkiye dikare paşê biçe Qendîlê. Her tişt dikare ji nişkê ve çêbibe.
Dîwana wezîran duhî bi serokatiya serokkomarê Recep Tayyip Erdogan kom bûbû. Piştî civînê Bekir Bozdagî bersiva pirsên rojnamegeran daye. Bozdagî gotiye:
“Li Bakurê Sûriyeyê ji bo dewleteka terorê bernameyek tê pêkanîn, eşkere ye ku ev yek li ser yekparçetiya axa Tirkiyeyê û yekîtîya neteweyî tehdîdek e.
“Wezîrê me yê karên derve Mevlud Çavuşoglu îro bi wezîrê karên derve yê Amerîkayê, Mike Pompeoyî re civîyaye.
“Ew ji herêmê dûrxistina terorîstan li hev hatine.
“Ne diyar e ka di çend rojan de bernameyek dê bê çêkirin û dê çawa be.”
(EKN/MB)