Pirtûka nivîskar Dilawer Zeraqî ya bi navê “Bêjara Neteweparêz di Kovara Hawarê” de ji hêla Weşanxaneya Lîsê ve hat çapkirin.
Di metna danasînê ya ku Weşanxaneya Lîsê derbarê pirtûkê de amade kiriye wiha hatiye gotin:
“Ev xebat wekî tezeke masterê hatiye amadekirin û derpêşkirin. Helbet, çendî ku wek xebat û berhemeke kesîdeyî afirîbe jî, ji gelek alîyan ve hewceyî xwendina giştî ye. Loma jî, min hêvî ye ku nirxandin û dahûrandinên di vê pirtûkê de hatî kirin, di biwara bêjarê (discoursê) de, bibe rêyeke ji gelek rêyan a dahûrandina di vî warî de ku her hewl hatiye dayîn ku sedem û bingehên hebûna kurdan were pêdandin û peyitandin.
Di vê xebatê de, pêşî ji bo danîna bingeha tezê, hewl hatiye dayîn ku; bi kurtasî têkilîya têgihên modernî, netewe û neteweparêzîyê bê dîyarkirin. Di ser vê bingehê re, pêşî lêkolîn li ser sedema afirîna neteweyan hatiye kirin da ku sedem û qonaxên netewebûnê ku di ser gelên etnîkî re û di ser afirandina neteweyan re pêk tê, bê aşkerakirin.
Her wiha, ji bo çêtir têgihîştina mijarê, weke gelekî etnîk, lêkolîn li ser neteweya kurd hatiye kirin û weke destpêk ramana neteweparêzîya kurd hatiye gengeşekirin. Û digel van yekan jî, bal li ser jêderkên etnîkî û ramana neteweparêzîya kurd hatiye kişandin.” (FD)