Fotograf: Murad Sezer
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Lêkolînên Medyayê (MEDAR), “Rapora Berfirehkirî ya Lêkolîna Çavdêriyê ya Bandora Qanûna Medyaya Civakî li ser Azadiya Çapemeniyê” weşandiye.
Di Çiriya Pêşiyê ya 2020ê de Qanûna Derbarê Sazkirina Weşanên Li Ser Înternetê Tên Kirin û Têkoşîna Li Dijî Sûcên Bi Rêya van Weşanan a hejmara 5651ê hatibû guhertin. Komeleyê bi vê raporê xwestiye derxe holê ku bê ka vê guhertinê bandoreke çawa li azadiya çapemeniyê kiriye. Di raporê de biryarên astengkirina nûçeyan hatine berehvkirin, ew hatine senifandin û pêşniyarên polîtîkayê hatine kirin.
Nûçeyên derbarê gendelî û neqanûniyê de ne
675 biryarên astengkirinê, ji bo nûçeyên derbarê gendelî û karên neqanûnî de, 466 jê jî nûçeyên derbarê “rayedar û karmendên erkên xwe ji bo tiştên neqanûnî bikar anîne” de ne.
Derketiye holê ku bêtir karsaz, şîrket û birokratan daxwaza astengkirina nûçeyan kirine. Hezar û 80 nûçe bi îdiaya ku mafên şexsî hatine binpêkirin hatine astengkirin.
Bêhtir yên Cumhuriyet, BirGun û Oda TVyê ne
Ji bo vê xebatê çavdêriya 36 saziyên medyayê kirine. Bi 144 nûçeyan rojnameya Cûmhûriyetê di rêza yekê de ye. Piştî wê Rojnameya BirGunê tê ku 129 nûçeyên wê asteng kirine. 98 nûçeyên Oda TVyê jî hatine astengkirin.
Di raporê de pêşniyarên ji bo polîtîkayê jî hatine rêzkirin. Hatiye diyarkirin ku guhertin ne ji bo parastina mafên bingehîn û azadiyan e lê derbe li azadiya çapemeniyê û azadiya xweîfadekirinê xistiye.
Divê saziyên peywendîdar û civak bikaribin beşdarî pêvajoya çêkirina qanûnan bibin,
Divê saziyên kontrolkirinê yên serbixwe werin avakirin,
Divê encamên ku qanûnê derxistine holê, werin diyarkirin û li gorî van encaman guhertinên nû werin kirin,
Divê qanûn ewlehiya mafên bingehîn û azadiya hemû civakê misoger bike û ji nû ve were sazkirin.
Ji bo tevahiya raporê, bitikîne
(HA/FD)