Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wekîlê serokê koma AKPyê(Partiya Edalet û Pêşketinê), Bulent Turanî da zanîn ku AKPyê teklîfa guhertina qanûna ji bi leşkeriya bi bedel amade kiriye û ew ê îro teslîmî meclîsê bike.
25 rojan mecbûrî ye
Li gor daxuyaniya Turanî kesên herî kêm 25 salî dê bikarin bedelê leşkeriyê bidin. Bedelê leşkeriyê dê 15 hezar TL(Lîreyên Tirkan) be. Ew kesên bedelî bidin dê 25 rojan leşkeriyê bikin.
Ew kesên zanîngeh xwendîn û ne li gor şertê bedeldanê ne 6 mehan ew kesên zanîngeh nexwendîn 12 mehan leşkeriya mecbûrî li Artêşa Tirkiyeyê dikin.
Qaçax û firarî
Li Tirkiyeyê 585 hezar û 210 kes hatine emrê çûna leşkeriyê û neçûne cihê kontrola ji bo leşkeriyê. 5 hezar û 772 kesan ji leşkeriyê "firar" kirîne.
2 milyon û 930 kesan dema leşkeriya mecbûrî bi paş de daye. Milyonek û 885 hezar û 448 kes ji ber ku xwendekar in neçûne leşkeriyê.
(EKN/MB)