BBCyê piştî îddiayên ku dijberiya Îsraîlê dikin û piştgiriyê didin Hamasê derbarê 6 nûçegîhanên xwe yên beşa erebî û nûçegîhanek serbixwe de lêpirsîn da destpêkirin.
Nûçegihan, edîtor û weşangerên BBC Erebîyê Sanaa Xouri, Nada Abdelsamad, Sally Nabil, Mahmud Sheleib, Aya Hossam, Salma Khattab û Amr Fekry di bin lêpirsînê de ne.
BBCyê hê bi awayekî fermî xebatkarên xwe ji kar dernexistine, lêbelê nehêle derkevin weşanê û ji wezîfeyê durxistine.
Saziyê Salma Khattab a ku ji destpêka meha Çiriya Pêşiyê ve bi wan re dixebite ji kar derxist.
BBC rojnamegeran bi yekê tawanbar dike ku naverokên aligiriya Fîlîstinê dike û Îsraîlê rexne dike diecibîne û parve dikin.
(HA/AY)