Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
BBCyê nûçeyek derbarê wî tiştî de çêkir ku di dema operasyona bidestxistina bajarê Reqqayê de 250 milîtanên DAIŞî tevlî malbatên xwe ve ji hêla hêzên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û koalisyona di bin serpereştiya DYA û Ingiltereyê de ji Reqqayê hatine derxistine.
Li gorî nûçeya nûçegîhanên BBCyê Quentin Sommervile û Riam Dalatiyî komeke ji milîtanên ku hatine derxistin li Sûriyeyê belav bûne û hat îdiakirin ku hinet ji wan derbasî Tirkiyeyê bûne.
Di nûçeyê de tê gotin ku 250 milîtanên DAIŞê û malbatên wan di nava wan 4 hezar kesan de bûn ku beriya Reqqa ji DAIŞê bê standin bi karwaneke ji sedan wesayitan pêk tên ji bajar derketibûn.
Dîsa hatiye îdiakirin ku bi dehan DAIŞêyin biyanî tevlî çek û cebilxaneyên xwe bi deh kamyonan ji bajar derketine.
Ajovanî şahidî kiriye
Di nûçeyê de cî dane şahidiyên ajovanê kamyonê Ebû Fewzî û yên hevalên wî.
Ajovanan gotiye ku di 12yê Çiriya Pêşiyê de HSDyê ji wan xwestiye malbatên sivîl ên ji bajarên Tebqayê reviyane bibin kampeke li bakûr.
Lê dema ku karwan kom bûye, wan dîtiye ku li şûna malbatên sivîl çekdarên DAIŞê û gelek ton çek û cebilxane dîtine.
Di 15yê Çiriya Pêşiyê de destûra derketinê dane DAIŞiyan
Meha derbasbûyî, di 15yê Çiriya Pêşiyê de Omer Allûş Rayedarekî Konseya Sivîl a Reqqayê ji Reutersê re axivî bû û gotibu ku di çarçoveya peymana vekişînê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re kirine milîtanên DAIŞê wê ji Reqqayê derkevin.
Allûşî got ku di çarçoveya peymanê de wê şeva 15yê Çiriya Paşiyê destûra derketina ji bajêr bidin û wê milîtan 400 sivîlan weke mertalên zindî bi xwe re bibin.
Li gorî nûçeya ku di Sputnik Newsê de hatibû belavkirin, heman rojê HSDyê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye: “Hewldanên konseya bajêr a Reqqayê yên tahliyekirina sivîlan û teslîmbûna 275 DAIŞiyan tevlî malbatên xwe biserkeftî bi encam bûye. Piştî vê ji bo hebûna DAIŞê li bajêr bidawî bikin dest bi xebatê kirine.”
Li gorî nûçeya Deutsche Welle Tirkiyeyê Albay Ryan Dillon yek ji berdevkên koalisyonê ya di bin serpereştiya DYAyê de di 14yê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek daye û gotiye ku destûra derketina DAIŞiyên biyanî nehatiye dayin. (EKN/FD)