Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Seroka Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yoleriyê di hefteya dawî ya çalakiya Nîqaşên Havînê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de behsa rewşa penaberan kiriye.
Yolerî, anîye ziman ku penaberên li Tirkiyeyê dijîn xwe di ewlehiyê de hest nakin û ji ber vê yekê mirina xwe jî digirin ber çavan û hewla çûyîna Ewropayê didin.
Di salekê de 2 hezar û 694 maf hatine binpêkirin
Her wiha Yoleriyê destnîşan kiriye ku wan weke Şaxa ÎHDê ya Stenbolê hejmara binpêkirinên ku bi rêya lêgerîna çapemeniyê bidest xistine 1869 e. Tevî serlêdanan jî bi giştî 2 hezar û 694 e. "Ev tenê hejmarên ku ji bo 2021an hatine destnîşankirin û tenê beşek pir piçûk a ku me kariye bidest bixe.
“Gava ku em li serlêdanan mêze dikin herî zêde binpêkirin di van mijaran de pêk hatiye: Binpêkirina mafê jiyanî, windakirin, revandin, bazirganiya mirovan, desteserkirin, miemeleya xerab, zordestiya hevsalan, cihêkariya li dijî LGBT+yan, îstîsmara zarokan, azadiya derbirînê û gelek tiştên din…”
“Hêzên ewlehiyê penaberan davêjin çemê Merîçê”
Yoleriyê bi lêv kiriye ku ji bo penaberên ji sînorê Edîrneyê ve di çemê Merîçê re derbas dibin pirsgirêkên pir giran hene û diyar kiriye ku ji aliyê Yewnanîstanê ve li hemberî penaberan zext û muameleyên gelekî giran tê kirin.
“Ev yek ji aliyê Tirkiyeyê ve jî tê dîtin. Tenê Yewnanîstan îşkenceyê nake. Çûyîn ji aliyê Tirkiyeyê ve tê hêsankirin û paşguhkirin. Di bûyereke ku me şopand de, kome ku ji aliyê Yewnanistanê ve tên dersînorkirin û berbi Tirkiyeyê tên şandin, hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê wê komê davêjin avê. Hatibû gotin ku hejmara wê komê di navbera 45 û 65 kesan de bûye û her weha di nav wan de zarok jî hebûne.”(AS/AY)