Bazara Keleporê: Em êdî nikarin debara xwe bikin
Li Amedê li taxa Şehîtlikê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû her rojên yekşemê, bazara Keleporê ango bazara kevn (Bît Pazarı) tê danîn. Li vî cihê ku saet li 4.30ê şeveqê destpê dike hema bêjin ji her aliyê Amedê gel tê berê xwe dide vê bazarê.
Di van rojên ku li Tirkiyeyê qeyrana aborî her diçe kambaxtir dibe de êdî tu kes zêde nikare biçe ji sûk an jî magazayan kincan, amûrên mitbaxê, yên elektronîk û hwd bi buhayên zêde bikire.
Ji ber vê yekê jî cihên wek bazarên Keleporê -ku her tiştên wê li gor rewşa heyî erzantir e- zêdetir tê tercihkirin.
Me jî ji bo xwînerên bianet kurdiyê saet di 6an berê xwe da bazara Keleporê. Mirov dikare bêje rewşa qeyrana heyî ya li vî welatî bi her awayî rengê xwe daye vê bazarê jî.
Kesên berê xwe dan qamerayê û axivîn jî bi giştî bal kişandin ser şert û mercên zahmet ên aboriyê û diyar kirin ku debar pir zor bûye û em nikarin êdî debara xwe bikin.
Ji bazarê çend dîmen:
(WT/AY)
Saziyên jinan: Sedemên qetilkirina jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê ye
![Saziyên jinan: Sedemên qetilkirina jinan, polîtîkayên bêcezahiştinê ye](https://static.bianet.org/list-haber/2024/07/02/saziyen-jinan-sedemen-qetilkirina-jinan-politikayen-becezahistine-ye.jpg)
Koreograf Melîsa Dîktaş: Di her fîgûrekî min ê dansê de çîrokek heye
![Koreograf Melîsa Dîktaş: Di her fîgûrekî min ê dansê de çîrokek heye](https://static.bianet.org/list-haber/2024/06/27/koreograf-melisa-diktas-di-her-figureki-min-e-danse-de-cirokek-heye.jpeg)
Dengbêjan bi stranên xwe bertek nişan tayînkirina qeyûm dan
![Dengbêjan bi stranên xwe bertek nişan tayînkirina qeyûm dan](https://static.bianet.org/list-haber/2024/06/21/dengbejan-bi-stranen-xwe-bertek-nisan-tayinkirina-qeyum-dan.jpg)
Li Colemêrgê mitînga li dijî tayînkirina qeyûman pêk hat
![Li Colemêrgê mitînga li dijî tayînkirina qeyûman pêk hat](https://static.bianet.org/list-haber/2024/06/14/li-colemerge-mitinga-li-diji-tayinkirina-qeyuman-pek-hat.jpg)
Dîroknas Îsmet Konak: Polatbekov helbestvanekî şoreşger e
![Dîroknas Îsmet Konak: Polatbekov helbestvanekî şoreşger e](https://static.bianet.org/list-haber/2024/06/12/diroknas-ismet-konak-polatbekov-helbestvaneki-soresger-e.jpg)