Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Berdevkê HDPyê Osman Baydemîrî li Wanê di çarem roja Nobeta Wicdan û Edaletê de axivî ku nobet piştî Amed û Stenbolê li Wanê berdewam dike. Baydemîrî behsa wan bêhiqûqiyên kir ku parlamenterên girtî rast tên.
“Ayhan Bîlgen 92 roj in ku girtî ye”
“Berdekvê Partiya me Ayhan Bîlgen 92 roj in li Girtîgeha Silivriyê dîl tê girtin. Di şert û mercên girtîgehên de jî dest ji hewla xwe ya aştiya birûmet bernade.
“Deynê me yê edalet û wicdanê li hemberî Ayhan Bîlgen, Hevserokên me yên Giştî, Wekîlên Serokên me yên Grûpê, parlamenterên me, hevşaredarên me, rojnamegerên ji ber pênûsên xwe hatine girtin, Semîhan, Nûriyeyan heye.”
“Serokê Parlamentoyê bersiva daxwaznameya Demîrtaşî nade”
“Selahattîn Demîrtaş serokekî siyasî yê ku di dilên milyonan de cî girtiye. Hûn Serokê Giştî yê AKPyê Erdogan, hûn îdiaya xwe ya bûna serokê cîhanê di her fersendê de tînin ziman. Hûn dibêjin ku nûnerê sedî 50yî ne.
“Hevserokê me yê Giştî Selahattîn Demîrtaş ne kêm ne zêde 25 roj in li bende bersiva Serokê Parlamentoyê ye. Me li Dadgeha Destûrê doz vekir.
“Wezareta Dadê daxwaznameyek nivîsand û got ku, Demîrtaş girtî bimîne ev li peşiya xebatên wî yên Parlamentoyê nabe asteng. Demîrtaşî jî got, ‘heke ku girtîtiya min ne asteng e, vîdeo-konferansê çêbikin ez ê di civîna komê de biaxivim’, daxwaznameyek ji Serokatiya Parlamentoyê re şand. 25 roj in ku bersiv nîne. (AS/FD)