Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Dema mêrek agahiyekê distîne ku ew ê bibe bav, difikirire ku ew ê bibe bavekê bêhempa û dê ne wek bavê xwe be. Lê paşê, bi borîna demê rastyên jiyanê xwe der dikin. Mêr ji bavîtîya bêhempa derbasî bavîtîya ji rêzê dibe.
Erê ji ber çi?
Çar sal in ku bav im û dibêjim qey bi tecribeya xwe ya çar salan ez ê bikarim bersivekê bidim...
Dema ku hevjîna min hat û ji min re got ez ê bibim bav wek her kesan ez jî bi kelecaniyê ketim tarîtîyeka şîrîn. Dema min xwe ji beriya bavbûnê amade dikir de, ji kesên li derdora xwemin zanî ku li gor çandê, bavbûn yek ji bileyên qedirbilind yê mêrbûnê ye.
Dema ku hin kesên li derdorê hatin û gotin “êdî tu jî dibî bav” di eslê xwe de peyamekê idin ji bo tu ji bo bavîtîya ji rêzê amade bî.
Hev zayendên min ên ez pîroz dikirim bi peyama veşartî di eslê xwe de, bêyî hemdê xwe karê xwe pêk dîanîn.
(Ji bilî çend hevalan) ji bo parvekirina tecribeyan her kes ketûm bûn. Tiştê xerîb jî ew bû ku mêrên hez dikin li ser her tiştî biaxivin dema mijar bibe bavîtî bi gotinên “şevên bêxew li pêşiya te ne” bavîtîyê li ber dilan reş dikin. Ya rastî ev gotin nîşanên wê yekê bûn ku bavîtî wezîfeyek e.
Tu zarokan çêdikî, berbirsiyariya wan didanî ser milê xwe, hewceyîyên wan pêk tînî, bi wan re wextekê derbas dikî, fedakariyê ji bo wan dikî, nahêlî bibin hewceyî ti der û kesan...
Paşê ew ê mezin bibin. Tu jî dê karê xwe temam bikî.
Tam hingê dîmenekê ji Yeşîlçamê(fîlmên kevin yên tirkan) hat ber çavên min:
Kur: Bavo te ji bo min çi kiriye?
Bav: Min nehiştiye ti kêmayî li te bibin, min tu dayî xwendin û mezin kirî.
Kur: Belkî te pere dida min, di berîka min de pere hebûûn lê te ez ji hezkirinê bêpar dihiştim. Dema min ev keşf kir min zanî ka ji ber çi li van deran bav dema ji zarokên xwe hez dikin jî wê rasterast diyar nakin.
Halbûkî bavîtî ne karek e, navê wê têkiliya te ya bi zarokên te re ye... Ji ber ku hêj zû ve haya min ji vê yekê çêbû ez bi şans û siûd bûm. Ji beriya ku zarokêm me çêbibin, em çûn cihê perwerdeya ji bo “jirokbûna xwezayî”(Ne hewce ye em derewan bikin berê min gelek kêm dît, paşê dema hevalekê israr kir min dest ji tevgerên xwe berda û çûm.)
Min li wê derê zanî gelek tiştên me ji ber kirine ne rast in. Min li wê qursê zanî bavîtî ne navê wezîfeyekê ye navê têkiliyekê ye.
Dema Alî Guney jî hat dinê min bi vê pîvanê têkilî pê re danî. Heta ku gotinek adayika min ji min re bû rêber: “Kurê min ew zarokek e, dê harbînîyan bike, dê guhdariya te neke, dê wek delalkîyan tev bigere. Hemî jî normal in, tu dest ji dilrehmiyê bernede.”
Her tişt di rêya xwe de çû. Em keyfxweş bûn. Ji ber ku em zarokparêz bûn û me ew jî kir şirîkê jiyana xwe em keyfxweş bûn.
Dema hûn bibin bawekê ne ji rêzê dikare gelek tişt bêne serê we jî. Serpêhatiyeka min a bi Alî Guneyî re ji bîra min naçe. Em li navenda girtî ya bazarê bûn. Paçikê binê wî dê jê biketiya. Ez çûm cihê guhertina paçikê binê zarokan. Min hin dît ku qedexe ye mêr biçin wê derê.
Dayikekê nehişt biçim. Ji ber ku li heman derê dayikan şîr jî dida zarokan. Ew cih wek cihê mehremiyeta jinan hatibû çêkirin. Lê binêrin çawa li gor erkên ji bavan re hatîn dayin mîmarî û avahî jî hatiye guhertin.
Destpêkê têkiliya me li ser wekheviyê bû. Piştî zarok mezin bû êdî ziman jî ket. Êdî bersiv dida gotina min. Li hemberî gotina min gotina wî... Êdî bi hesta desthilata di gotinan de ez pê hesiyam ku hewil didim ne hişk jî be sînoran danim ber wî.
Wê pêvajoyê ez ber bi bavîtîyeka otorîter ve dibirim. Dema ez dibêjim otorîter jî xelet fêm nekin. Ya baş ew e ku ez ê nimûneyekê bidim.
Dema sibeyê divê kurê min biçe dibistanê min ew hişyar dikir. Divîya wî ji bo dibistanê amade bikim. Lê dema ew hişyar dibe hişê wî li ser pêlîstokên wî ye. Ez dixwazim wî amade bikim lê ne xema wî ye. Hingê ew xeta zirav ya otorîteyê tê şikandin.
Piştî hevjîna min ez hişyar kirim ez ji wê rêyê vegeriyam. Ez çûbûm ber deriyê bavîtîyeka ez naxwazim û jê vegeriyabûm. Pêşiyê min nedixwest qebûl bikim ku ber bi wî deriyî ve diçûm. Paşê min qebûl kir.
Divê bibejim ku qebûlkirin jî gelek zehmet bû. Gelo ez bavekê xerab im, na. Em bi hev re wextekê xweş diborînin, erê. Gelo fedakar im, belê. Ji bo bavîtîya xerab jî heman gotin dihatin gotin. Ez dîsa hatim serê meseleyê.
Ew qebûlkirinên mêraniyê ji dizî ve lio dora min digeriya. Wê kengê valahiyek li min diît xwe diavêtê. Herweha em diketin dubareya bêsekin. Şikandina wê dubareyê zehmet e. Ev yek jî nîşan dide ka çawa mêr ji bavîtîya bêhempa vediguherin bavîtîya ji rêzê.
Dema ez di nava bavîtî û mêraniyê de vedigevizîm, min dît ku kêşeyên bavîtî û mêratîyê li rexa me bûn.
Dema hûn nû dibin bav hûn dibêjin “em ê bi hev re mezin bibin” lê paşê bêyî ku lê bihesînin hûn dikarin barê hestebariyê danin ser milê dayikan.
Dema hûn nehêlin zarok xwe bi dilê xwe îfade bike. Dema em bifikirin ku zarokên kur li bavê xwe diçin. Em ê li rewşeka bêçare asê bibin.
Ev rewş dê başê bibe çavkaniya kêşeyan.
Mesela têkiliya we ya bi zarokên we re dikare tesîrê li têkiliya wan a bi civakê re bike. Ji ber wê min fêm kir ku bavîtî jî îmtihaneka ciddî ye. Ew wek eynikeka we ye. Tiştên heta hngê we li xwe kom kirîn. Zanîn û dîtîn nîşan dide.
Hûn di gotinê de dikarin wek agirî bin lê bi kiriyarê?
Bi têkiliya xwe ya digel zarokên xwe hûn bersiva vê yekê didin. Min ya rastî bersiva xwe stand. Di kiriyarê de mabûm îmtihana duyem a telafîkirinê. Rojekî Alî Guneyî ji min re got “dema tu ji min aciz dibî, ji min dûr bikeve û paşê were nik min.” Dema wî ev gotin gotîn ew çar salî bû. Ev gotin ji min re bû mîladek. Paşê me dîsa têkiliyeka bingehê wê li ser wekheviyê danî.
Her tişt serast dibin.
Ez niho xwe amade dikim ku bibim bavê keçekê.
Ka em lê binêrin pêvajoyeka çawa li pêşiya me ye.
Dema em wê bijîn em ê wê jî bizanin.
(OÖ/ŞA/APA/MB)
Wêne: Kemal Gökhan Gürses
52 Mêr 52 Hefte
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
#14 'Em' ne li wir bûn, lê hejmara 'me' zêdetir bû - Volkan Agir
#15 Ne'ileta mêrbûnê - Alper Hasanoglû
#16 Hişmendiya dewletê li dijî jinan e - Pakrat Estukyan
#17 Bi rastî jî ne tesedif e ku mêr jinan dikujin - Sami Evren
#18 Mêr, mîna û her wekî din in – Alî Kemal Çinar
#19 Parastina min li pêvekê ye – Îrfan Degîrmencî
#20 Rapêça Tundkariyê - Mehmet Açar
#21 Biheşta derewîn - Menderes Samancilar
#22 Cîhana hizirkirinê û mêrbûn - Bariş Unlu
#23 Mezinbûna li warê xwendekaran - Bağiş Erten
#24 Tramvaya azweriyê - Turgut Yüksel
#25 Çêdibe ku îtirafkirin û li-xwe-mikur-hatin jî pesindaneka nêrane be -Fırat Yucel
# 28 Tu li çi dinêrî wilan! - Tan Morgul