Bavê Rojîn Kabaîşê: Kesên ku dixwazin bûyerê binuximîne derketine holê
Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş li Wanê 18 roj piştî ku wenda bû cenazeyê wê hatibû dîtin. Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut ji bo ku derbarê du kesan de biryara desteserkirinê bê dayîn serî li dozgeriyê da.
Bavê Rojînê, Nizamettin Kabaîş têkildarî mijarê bi bianetê re axivî û got: "Zaroka min di rewşeke wisa de nebû ku xwe bikuje, min ev tişt ji destpêkê ve dizanibû û em ê derfetê nedin wab kesên ku dixwazin vê bûyerê binuxumînin."
"Kesên ku dixwazin binuxumînin hene"
Kabaiş wiha axivî:
"Ez bavek im. Dayik û bav ew in ku zarokên xwe herî baş nas dikin. Zaroka min di rewşeke wisa de nebû ku xwe bikuje, min ev tişt ji destpêkê ve dizanibû û em ê derfetê nedin wab kesên ku dixwazin vê bûyerê binuxumînin. Li cihê bûyerê av tune bû, geriyan û nedîtin, zarok 24 kîlometre dûr hat dîtin. Gava ku hûn van hemûyan bînin cem hev ev bi eşkereyî bûyereke kuştinê ye. Niha dê li cihê ku bûyer çêbûye û li gundê gumanbar ê ku yekser li kêleka zanîngehê ye dê li DNAya 2 hezar û 500 kesî mêzekin. Heta niha lêkolîna DNAya 600 kesî hat kirin lê heta niha tu lihevhatin çênebûye. Kesên ku dixwazin serê bûyerê binuxumînin hene. Kesên ku dixwazin bûyerê binuxumînin derketine holê. Em dixwazin ku rastî vê meselê çî ye bila derkeve holê.”
“Em ê dîsa bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin”
Nizamettin Kabaiş bal kişand ser daneyên di raporên otopsî û bijîşkiya dadî yên keça xwe de û bi taybetî li ser hûrgiliya dermanan a di dosyayê de ev agahî dan:
“Em du roj in bi berdewamî difikirin; gelo çi anîn serê vê zarokê? Di mîdeya keça min de du dermanên cuda hatine tespîtkirin. Ew derman ne tiştên wisa ne ku her kes bi hêsanî bikirin, tenê dermanên wisa ne ku bi destûra bijîşkan tên girtin û mirovan hema hema felç dikin û ji hiş dibin. Wate destpêkê derman dane wî û ew ji hiş birine. Min çi di dosyayê de dîtibe li ser televizyonan anî ziman. Heke ez tênekoşiyam, dibeku ev dosye di serî de weke ‘xwekuştin’ bihata nîşandan û serê wê bihata girtin. Lê ez ê vê tiştê teqez qebûl nekim. Ez ji canê xwe jî bibim ez ê mafê keça xwe biparêzim û heta adalet bi cih were ez ê li pey vê dosyayê bim."
Kabaiş diyar kir ku ew li bendê rayedarên dewletê û Wezareta Dadê adalet pêk bîne û di heman demê de helwesta baroyan rexne kir û bal kişand ser hewldanên parêzerê xwe:
"Rayedarên dewletê jî dozger jî hema hema dizanin ka çi hatine serê vê zarokê. Dozgerên nû yên hatine tayînkirin dixebitin, em ji Wezareta Dadê bi bawerin, soz dan me. Wê di demeke nêz de em ê bi parêzerê xwe re berê biçin Wanê û piştre jî dîsa biçin Enqereyê, Wezareta Adaletê. Me ji baroyan bawer kir lê mixabin karên xwe baş nekirin, cesaret nekirin ku dosyayê aşkere bikin. Parêzerê malbata me pir baş dixebite. Xwezî ji destpêkê ve ev parêzerê me di nav kar de biba. Telefona keça min jî heta niha tam nehatiye vekirin; çû derveyî welat hat, niha jî ji Mêrsînê re hat şandin. Em li bendê ne ku ji wir agahî bên."

Kabaiş ku anî ziman ku berî deh rojan gef li wî hatiye xwarin û got, "ez ê tu carî dev jê bernedim"
Parêzer ji bo du gumanbaran biryara desteserkirinê xwest
Parêzerê malbatê Abdurrahman Karabulut, îmajên ku ji telefona Rojîn Kabaişê hatine bidestxistin ji pispor û zanyarên li hundir û derveyî welat re şandin.
Li gorî analîzên teknîkî yên ku ji aliyê pisporan ve hatine kirin ve, li ser sepanên medya civakî şopeke krîtîk bidest ketiye ku hatiye nirxandin yê yek ji gumanbaran e.
Li ser van daneyan, tomarên HTS û bazê yên telefona Rojîn Kabaişê dîsa bûn mijareke girîng ku bi baldarî bê lêkolînkirin. Di nirxandinên ku hatin kirin de diyar bû ku stasyonên bazê ku telefona Kabaişê di dema bûyerê de sînyal jê girtiye û telefonên du kesên ku xwediyê heman nav û paşnavî ne û weke gumanbar hatine nirxandin, di dema heman bûyerê de ji heman stasyonê sînyal dane.
Her weha di lêkolînan de li gorî daneyên hatin bidestxistin, yek ji gumanbaran hesaba xwe ya medya civakî yê ku tê nirxandin bi kar anîye girtiye.
Li ser van geşedanên şênber, parêzerê malbatê serî li Serdozgeriya Komarê ya Wanê da û daxwaz kir ku derbarê van herdû kesan de biryara desteserkirinê bidin û dest dayîne ser telefonên wan û nimûneyên wan ên DNAyê bigirin.
(EMK/AY)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - TÎRMEH 2026
Mêran di Tîrmehê de 28 jin kuştin
Çîgdem Mater û Mine Ozerden ji Bakırkoyê sewqî Girtîgeha Şakranê ya Îzmîrê hat kirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - HEZÎRAN 2026
Mêran di Hezîranê de 30 jin kuştin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - GULAN 2026
Mêran di Gulanê de 14 jin kuştin
Polîsan midaxele li Navenda Giştî ya CHPê kir: Ozel û partiyî ji avahiyê derketin