Sidik Gultekîn, bavê Pinar Gultekînê ya ku Cemal Metîn A. yî ew kuşt, wiha gotiye: "Ev bûyer hovîtiye. Kesên vê hovîtiyê dikin ne mirovin. Her ku ev hovîtî tê bîra min, ez ji ser hişê xwe ve diçim. Dema ku hovîtî Ozgecanê jî hat jiyîn, ez ji ser hişê xwe çûm. Ji ber ku ez mirovim. Her tim min empatî dikir. Lê min qet ne difikirî ku wê bûyerek wiha bê serê min jî. Êdî divê em bibêjin 'rawestin'. Bila êdî Ozgecan û Pinar neyên kuştin."
Sidik Gultekîn, bavê Pinar Gultekînê û Şefîka Gultekîn, dêya wê bi rojnameger Cemîl Ugûr, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê re axivî ne.
"Xeyalên wê tune kirin"
Sidik Gultekînî diyar kiriye ku di sala 1993yan de ji navçeya Xîzan a Bedlîsê koçî Mêrsînê kirin û wiha axiviye: “Pinar li Mêrsînê ji dayik bû. Li Mêrsînê em 7 salan man. Dûre me em çûn li Stenbolê bi cih bûn. Pinarê dibistana xwe ya seretayî li Mêrsînê, dibistana xwe ya navîn û lîse jî, li Stenbolê qedand. Ji bo ku keça xwe nedim xwendin, min ew neşand dibistanê. Pinar ji dibistanê pir hez dikir. Di lîseyê de ket ezmûnê û Beşa Îktîsadî ya Zanîngeha Sitki Koçmanî li Muglayê derxist. Îsal dibistana xwe qedandibû.
"Min pir hez ji Pinarê dikir. Pir bi coş û devliken bû. Pinarê di tevahiya jiyana xwe de zirar nedabû kesekî. Dema bûyerek xemgîn didît, tavilê bi hestiyar dibû û digiriya. Ji gerê û xwendina pirtûkan pir hez dikir. Bi malbata xwe ve girêdayî bû. Xeyalên wê hebûn. Xeyalên wê tune kirin.”
"Bila Ozgecan û Pinar neyên kuştin"
Gultekînî behsa windabûna Pinar Gultekînê jî kiriye û wiha pê de çûye: “Roja ku Pinar winda bû, dayika wê bi rêya telefonê pê re diaxive. Dûre xwişka wê lê digere û xwe nagihiniyê. Rasterast li min geriyan û min ji wan re got biçin Muglayê. Em li hevalekê wê ya li Muglayê bû geriyan. Dûre me agahî da leşkeran. Leşker diçin mala wê, deriyê malê dişkinin û dibînin ku kes li malê tuneye. Li ser vê yekê me îlana windabûna wê da.
"Ez jî li Xîzanê çûm Muglayê û rastî vê hovîtiyê hatim. Ev bûyer hovîtiye. Kesên vê hovîtiyê dikin ne mirovin. Her ku ev hovîtî tê bîra min, ez ji ser hişê xwe diçim. Dema ku ew hovîtî li Ozgecanê hat kirin, ez ji ser hişê xwe çûm. Ji ber ku ez mirovim. Her tim min empatî dikir. Lê min qet ne difikirî ku wê bûyerek wiha bê serê min jî. Êdî divê em bibêjin 'rawestin'. Bila êdî Ozgecan û Pinar neyin kuştin.”
"Êdî Bes e"
Gultekînî bertek nîşanî mudaxileya polîsan daye ku li jinên xwestin li Îzmîrê ji bo Pinar Gultekînê daxuyanî bidin kiribûn. Gultekînî bang li rayedaran kiriye: “Jinan li dijî hovîtiya rû da dengên xwe bilind kirin. Mirov li dijî vê hovîtiyê derketin qadan. Wêneyên Pinarê hilgirtin û bertek nîşan da. Ev bertekên asayî ne. Ez tundiya polîsan a li wê derê red dikim. Hinavê mirovan dişewite. Mirovên ku min qet nas nedikirin jî li min geriyan û ji bo me giriyan. Êdî bese, van cînayetan rawestînin.”
"Dixwazim bi cezayê herî giran were cezakirin"
Şefîka Gultekîn, dayika Pinar Gultekînê jî, diyar kiriye ku ew dibêje kujer Cemal Metîn A. bi tena serê xwe ev hovîtî nekiriye û wiha gotiye: “Keça min ji min standin. Ez dixwazim bi cezayê herî giran bê cezakirin. Ji bo vê jî ez ê heya dawiyê têbikoşim û daxwaza edaletê bikim.” (FD)