Fotograf:Serra Akcan / csgorselarsiv.org
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Refîk Y.yê ku îstismar li kurê/keça xwe ya 6 salî kiribû û ji ber vê îstismarê hatibû girtin, lê paşê bi şertê kontrola edlî serbest bûbû, giliyê Evrîm Kepenek, edîrota bianetê kiriye. Kepenek çûye emniyetê û îfadeya xwe daye.
Evrîm Kepenekê nûçeyên îstîsmarê bi ser navê “Bavê ku îstismar li kurê/keça xwe kiriye hatiye girtin” û “Bavê ku îstismar li kurê/keça xwe kiriye, bi şertê kontrola edlî serbest bûye” weşandibû.
Refîk Y. dema li girtîgehê bû, bi îdiaya ku heqaret lê kiriye û jiyana wî ya taybet nîşan daye, giliyê Evrîk Kepenekê kiriye.
Kepenek îro çûye Navenda Polîsan a Şehît Halîs Karoglû ya Ardeşen, navçeya Rîzeyê û tevlî parêzerê xwe Şefîk Çoracioglûyî îfade xwe daye.
Kepenekê di îfadeya 0we de gotiye ku ew ‘rojnameger’ e û wê nûçe ji ber dosyeya cezayê û raporên tiba edlî amade kiriye, tê de şîrove û rexne nîne.
Kepenekê her weha diyar kiriye ku wê navê bersûcî nenivîsandiye û “Jiyana taybet a wî kesî binpê nekiriye. Di nûçeyê de tiştên berbiçav hatine ragihandin.”
Kepenek: Em xwedî li nûçeya xwe derdikevin
Kepenek piştî îfadeya xwe da got ku kesê gilî kiriye, Refîk Y. ye û wê navê wî di nûçeyê de aşkere nenivîsandiye: “Ji ber ku pêvajoya dadgehkirinê dewam dike, me paşnavê wî nenivîsand. Lê him di raporên tipa edlî de him di yên ku psîkologî dane de hatiye gotin ku bavî îstismar li zarokî kiriye. Me bi vî awayî nûçe nivîsand. Me şîrove nekir, rexne nekir. Bi tenê me tiştên ku di raporan de nivîsandibûn, ragihandin û biryara dadgehî pêşkêş kir.”
Kepenekê diyar kir ku daxwaz kirine ku nûçe werîn astengkirin û bên rakirin û ji bo vê telefonî bianetê kirine: “Lê em li gorî raporên fermî tevdigerin. Em xwedî li nûçeya xwe derdikevin. Em ê pêvajoya li pişt vê jî bişopînin. Em ê di çêkirina nûçeyan de berdewam bin.”
Çi bûbû?
Refîk Y. û Nazli Û.ya ku li navçeya Selçûkê ya Îzmîrê dijiyan demeke berê, biryar dabûn dev ji hev berdin. Ji ber ku li Selçûkê Dadgeha Malbatan nîne, doz şandibûn Dadgeha Asliye Cezayê.
Dema doz dewam dikir ji bo mafê welayeta Y.B. û M.M. yên 3 salî doz hatibû vekirin.
Parêzerên Nazli Û.yê di danişîna 24ê Adara 2021an de raporên pisporan û nêrînên psîkologê/î jî pêşkêşî dadgehê kiribûn ku tê de digot bavî îstîsmar li Y.B. kiriye.
Lê dadgehê rapora lêkolîna civakî ya psîkologekî/ê amade kiriye qebûl kiribû û mafê welateya zarokî/ê ya demkî dabû bavî. Biryar dabû ku dê her rojên şemiyê di saetên diyarkirî de dê zarokan bibîne.
Parêzer Ozgur Baykal û Firat Guneşî li dijî vê biryarê serî li dadgehê dabûn.
Lê dadgehê daxwazên parêzeran qebûl nekiribû. Piştî ku Saziya Tipa Edlî di 9ê Hezîranê de rapora xwe amade kiribû û gotibû şopa îstîsmara cinsî heye Refîk Y. hatibû girtin. (HA/FD)