“Batman Yeni Sinema” wê bi navê “Ji Nivîsê Adaptasyona Bo Sînemayê”, Kargeha Senaryoyan pêk bîne. Kesên ku bixwazin beşdarî vê kargehê bibin divê ji edebiyata kurdî çîrokekê ji xwe re hilbijêrin û serî li kargehê bidin.
Herî zêde wê 10 kes bên hilbijartin û bi van re xebata kargehê bê kirin. Wê çîrok veguherin senaryoyan û dosya fîlman bê amadekirin. Ji dosyeya van 10 fîlman piştî yek ji hêla dersdaran ve hat hilbijartin wê fîlmê ku hatiye hilbijartin bi derhêneriya serlêder û bi tevî grubekê bê girtin.
Saziyê derbarê kargehê de ev daxuyanî daye ku wê bi piştgiriya “Kültür İçin Alan”ê pêk bîne:
“Wêjeya kurdî bi salan ji war û wargehên xwe dûr hewl da bijî û hewl da xwe bigihijîne xwendevanên xwe. Piştî salên 2000î û şûnde bi vekirina weşangehan li Amedê û bi lidarxistina fuar û mihrîcanan wêje li welatê xwe dageriya. Li Tirkiyê ji ber ku Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye rêjeya xwendin û nivîsandinê gelekî daxistiye. Sînemagerên nû, di rewşek wiha de dest bi rêwîtîya xwe ya hunerî kirin. Dûrmayîna sînemageran ya ji edebîyatê wer kiriye ku têkiliya sînema û wêjeyê têra xwe ne qewî be.
“Di vê rêwîtiya wêje û sînemayê de, hevalbendiya van metnan a bi sînemageran re wê bike ku sînema li ser hîmeke xurttir ava bibe û wê wan derxe rêwîtiyeke berev cîhana van metnan. Bi vî hawî sînemaya kurdî wê gaveke yekem a fîlmên lêanînên edebyatê bavêje ku ev yek pir kêm diqewime.
Dîrokên Kargehan
1. Kargeha Wêjeyê 7ê Hezîranê – 14ê Hezîranê
2. Kargeha Dramayê 15ê Hezîranê – 30ê Hezîranê
3. Kargeha Senaryoyî 1ê Tîrmehê – 15ê Tebaxê
4. Kargeha Derhêneriyê 15ê Gelawêjê – 31ê Gelawêj
5. Dema Kêşanê (22ê Îlonê – 29ê Îlonê Dema Kêşanê)
Pêvajoya serlêdanê
30ê Nîsanê – 21ê Gulanê: Bi Elameke Eyan û Beyan Hildana Sêrlêdanên Beşdaran
22ê Gulanê – 31ê Gulanê: Vekolîna Serlêdanan
1ê Hezîranê – 4ê Hezîranê: Mulaqata bi Beşdarvanên Ku Ji Hilbijartina Pêşî Derçûne
5ê Hezîranê: Daxuyaniya Beşdarvanan
6-7ê Hezîranê: Hevdîtina Bi Beşdarvanan re û Diyarkirina Saetên Dersan
7ê Hezîranê- 31ê Tebaxê- Demajoya Kargehan (KARGEH WÊ BI AWAYEK ONLINE PÊK BÊN)
1ê Îlonê – 21ê Îlonê, Diyarkirina Koma Kêşanê, Diyarkirina Ekteran, Diyarkirina Mekanan
22ê Îlonê – 29ê Îlonê Demajoya Kêşanê
29ê Îlonê – 29ê Çiriya Pêşiyê Post Prodiksiyon
1ê Çiriya Paşiyê Bi Hemû Beşdarvanan re Pêşandana Fîlman
Piştî we ji edebiyata Kurdî çîroka xwe hilbijart hûn dikarin forma serlêdanê dagirin û serî li kargeha me bidin!
Şert û Mercên Serlêdana Kargehê1- Bi kurteçîrokeke ku wê ji edebiyata kurdî hilbijartiye hûn dikarin serî lê bidin. 2- Halê fîlmî yê çîroka ku we ji bo lêanîna fîlm hilbijartiye divê herî zêde 15 deqe be. 3- Nivîskarê ku hûn çîroka wî hildibijêrin divê heta niha pirtûkek wî an jî divê ji yekê bêhtir çîrokên wî di kovar û antolojiyan de hatibe weşandin. Digel vê, ew nivîskarê ku xwedî van pîvanan be hûn dikarin çîrokekeke wî yî ku heta niha derneçûyî jî hilbijêrin. 4- Wê ji serlêder, tevî çîroka xwe yî hilbijartî, Sînopsîs, û metneke kurt ku nêrîna derhêner û lehengan dide nasîn bê xwestin. Divê hûn sînopsîs, nêrîna derhêner û dosya xwe ya danasîna qereqteran wek mail bişînin navnîşana [email protected]'ê, helbet piştî ku we forma serlêdanê jî tije kir. 5 - Gava serlêdan bêne vekolîn, ew kesên ku berê fîlmek kişandibe an jî di xebata fîlmekî de cî girtibe wê pêşî ew bêne hilbijartin. 6- Gava mirov li curbicurî û pêşveçûna edebiyata Kurdî dinêre mirov nikare temayên xwe bi sînor ke. Çîrokên we yên ku wê ji bo sînemayê bêne adaptekirin dikarin temayên cuda hildin dest. 7- Ji bo serlêderên jin, bi tevî pîvanên hatine diyarkirin, wê kotaya ji %50î bê veqetandin. |
Ji bo forma serlêdanê bitikîne
(FD)